Mûcîzeya Navenda Jiyana Bi Hev Re ya Musa Anter

🔴AMED (Nûpel) – Dersên taybet ên spor û perwerdeyê li Navenda Jiyana Bi Hev Re ya Musa Anter ku ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran a Şaredariya Peyasê ve tê birêvebirin, bi awayekî girîng alîkariya pêşketin û jêhatîbûna zarokan dikin.

Li vê navenda ku di bin sîwana Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran de kar dike, bi amûrên taybet perwerdeya sporê tê dayîn. Ev perwerde; çelakî, hevsengî, hêza masûlkan û hevrêziya dest-çav-laş bi pêş dixe û bandoreke erênî ya mezin li ser pêşketina fîzîkî ya zarokan dike.

Bi Rêya Pisporan Kursên Perwerdeyê

Li heman navendê, bi rêya çalakiyên ku ji bo pêşxistina şiyanên têgihiştin û afirîneriyê hatine amadekirin, piştevaniyeke girîng li pêşketina zîhnî ya zarokan tê kirin. Di nav perwerdehiyê de ev ders tên dayîn:

Temrînên xêzkirinê

Naskirina tîp û hejmaran

Perwerdeya xwendin û nivîsandinê

Lêkdan û jêdanên hêsan

Fêrbûna rengan

Bi rêya wêneyan naskirina tişt û ajalan

Bikaranîna kartên bîrê û dersên hunerê

Ev hemû xebat jêhatîbûn û şiyanên têgihîştinê yên xwendekaran bi xurtî pêş dixin.

Malbat: “Em Pêşketinê Dibînin!”

Dê û bavên zarokên ku li Navenda Jiyana Bi Hev Re ya Musa Anter perwerde dibînin, diyar dikin ku ew bi kêfxweşî pêşketina zarokên xwe ji nêz ve dişopînin. Malbat ji vê xizmeta ku ji aliyê şaredariyê ve tê pêşkêşkirin, pir razî ne.

Van jî bibîne

 

Amedspor Ber bi Lîga Super ve Diçe: Îşev li Amedê Maçeke Krîtîk Heye
Li Wanê Zivistana Nîsanê: Rêyên 93 gundan hatin girtin

Nûçeyên Sereke