NÛPEL – Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) Mazlum Ebdî, li bajarê Kobanê bi girtî û dîlên ku di encama peymana ligel Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatine berdan û malbatên wan re hat bal hev.
Ebdî di hevdîtinê de diyar kir ku dosyaya dîl û girtiyan di nav karên wan ên herî pêşîn de ye û ew li bendê ne ku ev pirsgirêk di demeke kurt de bi her awayî were çareserkirin.
‘Dosyaya Dîlan Di Pêşengiya Karên Me de Ye’
Fermandarê Giştî Mazlum Ebdî, malbatên dîlan derbarê hûrgiliyên pêvajoyê û peymana ku pêk hatiye de agahdar kir. Ebdî destnîşan kir ku ji bo temamkirina vê pêvajoyê ew hewldanên xwe berdewam dikin û got:
“Mijara girtî û dîlan ji bo me her tim xaleke sereke û xwedî pêşengî ye. Em ê di demeke nêz de vê pêvajoyê bi dawî bikin û gavên pêwîst bavêjin.”
Serdana Malbatên Şehîdan Hat Kirin
Fermandarê Giştî yê HDS’ê Mazlum Ebdî, piştî hevdîtina bi dîlên serbestbûyî û malbatên wan re, derbasî serdana malbatên kesên ku di şer û pevçûnên 6’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabûn bû. Ebdî sersaxî da malbatan û hevxoniya xwe ya bi wan re anî ziman.
Çavkanî: MA









