Pizîşkiyan: Êrişên Îsraîlê yên li Libnanê Binpêkirina Agirbestê ne

CîhanNûçe

🔴Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hişyarî da ku berdewamiya êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê peymana agirbestê ya bi Amerîkayê re têk dibe û danûstandinên di pêşerojê de “bêwate” dike.

NÛPEL – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê aloziyên dawî yên li herêmê û peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Pakistanê daxuyaniyeke tund belav kir. Pizîşkiyan êrişên Îsraîlê yên li Libnanê wekî binpêkirina peymana bi Amerîkayê re pênase kir.

“Danûstandin Dê Bêwate Bibin”

Pizîşkiyan destnîşan kir ku tevî peymana agirbesta demkî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî tê de cih digire, êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Libnanê ranewestiyane. Serokkomarê Îranê ev rewş wekî “xapandin” bi nav kir û got:

“Êrişkariya dubare ya rejîma Siyonîst a li dijî Libnanê, binpêkirina eşkere ya peymana agirbesta destpêkî ye. Berdewamiya van cure kiryaran dê danûstandinan bêwate bike.”

Îran: “Tiliyên Me li Ser Tetikê ne”

Pizîşkiyan di peyama xwe de piştgiriya Îranê ya ji bo Libnanê dubare kir û hişyariya leşkerî da. Wî diyar kir ku Îran dê birayên xwe yên Libnanî bi tenê nehêle û got, “Tiliyên me dê li ser tetikê bimînin.”

Krîza “Agirbestê”: Daxuyaniyên Nakok

Mijara bingehîn a aloziyê ji pênasekirina çarçoveya agirbestê çêdibe. Li gorî agahiyan:

Navbeynkar Pakistan: Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku navbeynkariya vê agirbestê dike, ragihandibû ku peyman Libnanê jî di nav xwe de dihewîne.

Daxuyaniya Îranê: Tehran bawer dike ku agirbest rawestandina hemû şer û pevçûnên li herêmê ye.

Helwesta Amerîkayê: Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance berevajî daxuyaniyên Pakistan û Îranê diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li Libnanê ne beşek ji vê agirbestê ne.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Li Çemçemalê Karesat: Zaroka 5 Salî bi Şkenceyê Hat Kuştin
Meclîs ji Ber Kêmasiya Hejmarê Girtî Ma: Îktîdar û Mûxalefet Hevdu Sûcdar Dikin

Nûçeyên Sereke