🔴Fadil Tay: Divê ji bo qirêjiya herêmê tesîsên gilêşê bêne avakirin
NÛPEL TV – Berdevkê Komîsyona Baroya Şirnexê û Endamê platforma Ekolojî ya Şirnexê Fadil Tay li ser qirêjiya bendava Tehtê Reş a li Slopiya Şirenxê diyar kir ku ev rewş tendirûstiya xelkê dixe metirsiyê û got: ‘‘Pêwîste tesîsên gilêşê bêne avakirin.’’
Parêzer Fadil Tay herwiha dibêje divê bê zanîn ku qirêjkirina xwezayê û jêderên avê sûceke giran e.
Qirêjiya çemê Hîzil û bendava Tehtê Reş ya li navçeya Silopiya Şirnexê, metirsiyeke mezin li ser tendirûstiya xelkê herêmê dike. Dîmenên gilêşê ya li navçeya Qilabanê derketine holê li ser medya civakî bû rojev.
Berdevkê Komîsyona Baroya Şirnexê û Endamê platforma Ekolojî ya Şirnexê Fadil Tay derbarê mijarê de ji Nûpel TV re axivî.
‘Qirêjkirina xwezayê sûc e’
Fadil Tay diyar kir ku pirsgirêka Bendava Tehtê reş ku hefteyeke di rojevêdeye bi salane berdewam e. Tay wiha berdewam kir:
‘‘Gilêş û bermayiyên li Qilaban û gundên derdora wê dikevin ser çemê Hîzil pirsgirêkeke kur û dûr e. Em weke Platforma Ekolojî ya Şirnexê, Komîsyona Baroya Şirnexê û Komeleya Mafê Mirovan a şaxa Şirnexê (İHD) me gilî tomar kir. Em vê pirsgirêka ku bi sedhezaran xelkê me bandor dike ji nêzve dişopînin.
Li gorî yasayê, xala 181, 185, xala 257 û xala 56em a yasaya bingehîn pirgirêkên xwezayê, pirsgirêkên mezin in û li gorî vê jî sûc in. Divê em bi hevre alîkar bin û bi hevre çareser bikin.’’
‘Divê tesîsên gilêşê bêne avakirin’
Tay bibîrxist ku bendav bihezaran metre çargoşe av dide navçeya Silopya û got: ‘‘Kilora ji bo paqijkirina avê tê bikaranîn tenê dikare zindiyên mîkrobiyolojîk tine bike. Mikroplastîk ango metalên giran û gelaşên tibî nayên astengkirin. Ev jî di aliyê tendirustiyê de dibe sedema xetereyeke mezin. Herwiha di aliyê ekolojî, hawirdor ve jî nexweşiye. Em jî weke parêzereke herêmê dibêjin, mijara me ne tenê herêmek e. Pêwîste em hemû ji bo jiyaneke bitendirûst hewl bidin.
Bi taybetî ji bo rayedaran bangewaziya me heye, divê demlidest bi awayeke lezgîn navendê gilêşê bêne çêkirin. Divê kes û sazî gilêşê nexin nava avê. Bi taybetî çemê Hîzil, Heftborya, Kêlek û heta Başûrê welêt ev pirsgirêk berdewam e. Divê tesîsên gilêşê bêne avakirin. Wezîrê Jîngehê, parêzgarê Şirnex jî berpirsyarê mijarê ne û divê bikin erka xwe ya sereke.’’










