Ayşegul Dogan: Divê Mafên Kurdan bi Qanûnan Werin Mîsogerkirin

Nûçe

🔴NÛPEL – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku ji bo çareseriyeke rasteqîn û mayînde, divê mafên gelê Kurd di bin sîwana qanûnan de werin parastin û destnîşan kir ku ew li benda gavên hiqûqî yên şênber in.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, di hevpeyvînekê de ligel nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî, rojeva germ a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand. Doganê bal kişand ser xebatên Parlamentoya Tirkiyeyê yên piştî cejnê û girîngiya naskirina mafên neteweyî yên Kurdan.

“Em li Benda Nexşerêyeke Yasayî ne”

Doganê diyar kir ku Komîteya Parlamentoyê rapora xwe ya li ser aştiyê temam kiriye û di rojên pêş de dê xebatên hiqûqî yên girîng bikevin rojevê. Doganê destnîşan kir ku divê çarçoveyeke yasayî ji bo kesên çek danîne an jî dixwazin vegerin were diyarkirin û wiha got:

“Ji ber ku her kes li benda wê xebat û xebatên meclîsê ne. Divê diyar bibe ka dê ji bo wan kesên ku dixwazin mafê xwe yê vegerê bi kar bînin, çi were kirin.”

“60 Milyon Kurd li Benda Aşitiyeke Rasteqîn in”

Di nirxandina xwe ya li ser rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn de, Doganê anî ziman ku nêzîkî 60 milyon Kurd li cîhanê dijîn û divê li kû derê bin, mafên wan ên neteweyî di asta navneteweyî û herêmî de werin naskirin. Doganê bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku li hemberî daxwazan helwesteke zelaltir nîşan bide.

Hilbijartina Pêşwext ne di Rojevê de ye

Li ser nîqaşên derbarê hilbijartina pêşwext de, Ayşegul Doganê diyar kir ku niha rojeva wan ne hilbijartin e, lê çareseriya Pirsgirêka Kurd e. Doganê destnîşan kir ku dema hilbijartin dikeve rojevê, mijarên girîng paşguh dikevin û got:

“Em di nav pêvajoyeke nû de ne û em dixwazin ev pêvajo bi gavên şênber berdewam bike.”

Banga Hevahengiyê ji bo Hikûmetê

Berdevka DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê saziyên dewletê û hikûmet di nava hevahengiyê de bin. Her weha hêvî kir ku ev pêvajoya bi peyamên girîng dest pê kiriye, bibe sedema aramiyeke mayînde li herêmê.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Li Amerîkayê bi navê Kurdistanê parkek vedibe
DFG Rapora Meha Adarê Eşkere Kir: Li Tirkiyeyê Zextên li ser Çapemeniyê Zêde Dibin

Nûçeyên Sereke