Di Muzîka Kurdî de Krîza Nûjeniyê: Di Navbera Resenî û Teqlîdê De

Nîvîskar

🔴VEYSÎ VARLI – Ew anonsa navdar a ku di salên 1970 û 80’yî de di radyoyên Tirkiyeyê de dihat kirin, bi rastî jî halê krîstalîzebûyî yê zîhniyetekê bû: “Guhdarên hêja, niha hûn ê muzîka Rojavayî ya sivik a bi gotinên Tirkî guhdar bikin.”

Ev îfade ne pênaseyek masûm bû; çarçoveyeke îdeolojîk bû ku veguherandina tiştê xwemalî, birandina wî û li gorî qalibên estetîk ên Rojava ji nû ve hilberandina wî normal dikir. Îro heman zîhniyet bi têgehên bincîlatir di ser muzîka Kurdî re dîsa tê gerandin. Êdî navê wê ne “muzîka Rojavayî ya sivik” e; formeke muzîkal a ku bi etîketên xemilandî mîna “modern”, “hevçerx” û “gerdûnî” tê pakkirin, bi valakirina cewherê muzîka Kurdî tê pêşkeşkirin. Ev ne tenê meylek e; xuyîna çandî ya kûr, xerîbbûneke hundirînkirî ye.

Nenaskirina pergala deng a muzîka Kurdî, nezanîna saziya meqaman; kesên ku têkiliya avaniya melodîk, têgihiştina formê û têkiliya pîvan-rîtîm-usûlê fêm nekirine, xwe wekî “hunermendê muzîka Kurdî” nîşan didin ku ev nîşaneya herî eşkere ya vê xuyînê ye. Li ser dikê tenê hevokeke wan a meşruiyetê heye: “Ez bi Kurdî dibêjim.” Lê belê bi Kurdî gotin, ne tê wateya kirina muzîka Kurdî. Muzîk; ji ziman wêdetir, gerdûneke dangan e. Dema ew gerdûn bê tunekirin, li paş tenê peyv dimînin, ne muzîk.

Nêzîkatiya ku îro serdest e, tengkirina muzîka Kurdî di nav pergala temperaman a muzîka Rojava de ye. Ev pergala ku xwe dispêre diwanzdeh navberên wekhev, nikare bersiva tevna mîkrotonal, hûrguliyên meqaman û kûrahiya îfadeyê ya muzîka Kurdî bide. Berevajî vê, vê dewlemediyê rast û dûz dike, yekreng dike û bêwate dike. Her çend ev wekî tercîhek teknîkî bê nîşandan jî, di rastiyê de xizanbûneke estetîk û qutbûneke dîrokî ye.

Lê belê muzîka Kurdî; xwe dispêre têgihiştineke modala taybet, navberên mîkrotonal, teknîkên îcrayê yên li ser bingeha hancereyê (qirikê) û yekparebûneke xurt a peyv û awazê. Kevneşopiya Dengbêjiyê, mînaka herî sade û herî xurt a vê yekparebûnê ye. Di vê kevneşopiyê de deng, ne tenê bi lêdana perdeya rast, lê bi tîna xwe, bi nermbûna hancereyê, bi karakterê vibratoyê, bi derbasbûnên glissandoyê û bi barê dramatîk ê peyvê wateyê qezenc dike. Ji ber vê yekê, di muzîka Kurdî de “dengê baş” bi pîvanên dengê steril, homojen û standardkirî yê muzîka Rojava nayê pîvandin.

Pirsgirêka ku îro em pê re rû bi rû ne, ne tenê ji kêmasiyên kesayetî pêk tê. Meseleya bingehîn; ji nû ve hilberandina sîstematîk a modelên pedagojîk ên şaş, tercîhên estetîk ên ji çarçoveya çandî qutbûyî û têgihiştina modernîteya teqlîdkar e. Pêşeroja muzîka Kurdî ne di mutlaqkirina teknîkên muzîka Rojava de ye; di pênasekirina zanistî ya pergala dengê xwe de û di parastina kevneşopiya îcrayê ya li ser bingeha hancereyê de û bi pêşxistina şêweyên hilberîna hevçerx de ye.

Modernbûn, ne mîna yekî din bûn e. Modernbûn; bi tecrûbeya xwe, bi dengê xwe û bi zimanê xwe yê estetîk di nav serdemê de hebûn e. Ji bilî vê, her îdiaya “hevçerxiyê” di rastiyê de ne pêşketin e; pêvajoya bêkokbûn û înkarkirina xwe ye. Bi gotineke zelaltir: Bi terkkirina muzîka xwe îdiaya modernbûnê kirin, ne afirandin e, hilweşîn e.

Ji bo muzîka Kurdî hevçerxiya rastîn; bi piştgermiya li serikên xwe yên dîrokî, çandî û estetîk, bi pergala deng û şêwazê îfadeya xwe ber bi pêşerojê ve meşîn e. Ne mîna kesên din bûn, wekî xwe man—cewherê meselê ev e.

 

Van jî bibîne

 

Bizot: Bi hejmara xwe ya duyemîn derket
Li Lûtkeyên Spîrêzê Vedîtineke Botanîk: Aryen Semsûrî Dewlemendiya Kurdistanê Vedikole

Nûçeyên Sereke