Reuters: Qalîbaf di danûstandinên veşartî yên Tehran – Washingtonê de roleke sereke dilîze

CîhanNûçe

Li gorî raporteke ajansa Reutersê ku xwe dispêre çavkaniyên agahdar û berpirsên Îsraîlî, Mihemed Baqir Qalîbaf li pişt perdeyê ligel Amerîkayê derbarê kêmkirina rageşiya herêmî de di nav danûstandinan de ye.

Tevî ku Qalîbaf bi fermî ev îdîa red kirine jî, lê tê gotin ku îdareya Donald Trump bi hûrgilî çavdêriya tevgerên wî dike û wî wekî “hevparekî gengaz ê dîplomasiyê” dinirxîne.

Piştî belavbûna nûçeyên kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî di êrîşeke kujer de, Tehran tûşî şok û perçebûneke kûr bûye. Di vê dema krîtîk de, Qalîbafê ku mirovekî nêzîkî Mucteba Xameneyî ye, kariye kesên siyasî û serbazî yên diyar li dora xwe kom bike. Qalîbaf li aliyekî gefên tund li Donald Trump û Benjamin Netanyahu dixwe û soz dide ku “lêdaneke wêranker” li dujminan bide, lê li aliyê din wekî mîmarê dîplomasiya veşartî tê naskirin.

Mihemed Baqir Qalîbaf di sala 1961ê de ji dayik bûye û wekî gelek rayedarên îro yên Îranê, kokên wî di nava Supaya Pasdaran de ne. Ew di 22 saliya xwe de bû general û wekî pîlotekî serbazî xizmet kir. Jiyana wî ya siyasî di navbera serkeftin û nakokiyan de derbas bûye; her çend 12 salan wekî şaredarekî serkeftî yê Tehranê hatibe naskirin jî, lê navê wî di heman demê de bi serkutkirina xwenîşandanên xwendekaran ên sala 1999an û nerazîbûnên 2009an re jî tê bîranîn.

Qalîbafê ku sê caran bûye namzedê serokomariyê û bi ser neketiye, niha ji serokatiya perlemanê hêza xwe berfireh kiriye. Di demekê de ku Îran di navbera zextên navdewletî û hilweşîna ewlehiya navxweyî de asê maye, hemû çav li ser vî “generalê dîplomat” in. Gelo Qalîbaf ê bibe rizgarîkerê rejîmê yan jî ew ê bibe stûna dawî ya qonaxeke tijî alozî ku ber bi dawiyê ve diçe?

 

/K24/

Van jî bibîne

 

Xembar Farqîn: Meşa Ber bi Rojê ve: Agir, Baran û Rûmet
Erîşi mûşekan: 6 Pêşmerge jiyana xwe wenda kir

Nûçeyên Sereke