Hikmet Serbilind: Cejna Remezanê Pîroz Be

NîvîskarNûçe

 Bi navê Xwedayê Mihrîvanê Dilovîn; Em Cejna Remezan a pîroz di serî de li gelê Kurd û hemu gelên alema Îslamê pîroz dikin.

Hevîya me ji Rehman ewe ku ji bo xatirê cejna Remezana pîroz ji asîmana tîrêjen nura xwe ji bo aşîtiyê û azadiye li ruyê Erdê belav bike û gelên Misilman û hemû gelên Cîhanê bi adalet û mezinbuna xwe bihesînê. Remezan mehekî piroze, di vî mehêda Xwedayê Rehman Quran a pîroz şandîyê ruyê erdê ji bo adalet û wekhevî û aşîtîye û ji bo însaniyetê ji koletiya zaliman, dîktatoran û dînfiroşan azat biki. Mixabin îsal meha Remezanê bi xemgînî û kederê derbas bû.

Li Rojhilata Navîn û li gelek deverên din ên cîhanê şer, êş û wêrankariyên mezin hatin kirin. Bi taybetî gelê Kurd, ji aliyê dewletên dagirker ve, ji ber înkara daxwaza statû, axa û jiyana azad û bi rûmet a gelê Kurd, û ji bo berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê, bi zordestî, zulm û êrîşan re rû bi rû ma. Di vê meha pîroz de, maseyên iftarê bi hêsirên çavan, amadekariyên cejnê jî bi xem û windahiyan tarî bûn.

Li Îranê li herêmên Kurdan îdam û zordestî, li Tirkiyeyê êrîşên li ser mafên ziman û çandê, li Rojavayê jî hem destwerdanên derve hem jî alozîyên hundir gelê xwe diêşîne û zehmet dike. Mixabin hesabên emperyal, têkoşînên hêzên herêmî û birînên kevin, meha Remezanê ya ku diviyabû meha rehmet û bereketê be, bi xwîn û hêsiran leke kirin. Lê dîsa jî ruhê hevgirtinê, dengê mirovên xwedî wijdan û duayên me namirin. Em dua bikin û helwesta xwe li dijê zilmê rava bindin ku zilma zaliman biqede, hêsirên mazlûman rawestin, aşitî û edalet serdest bibe. Hêvî dikim ku di pêvajoya pêş de şer bi dawî bibin, sivîl nefesê bistînin û cejn bi rastî wekî cejn bên jiyîn.

Xwedê alîkarê mazlûman be. Zaliman nehiştin îsal jî Remezan bi rûhekî germ û aşîtî derbaz be. Di vî roja pîroz de hêviya me ji Xwedê gelê Kurd ji zilma degirkeran bi parêzê. Hêvîdarim xwedayê Rehman ji bo xatirê kesê kû bi ruhekî aşîti Rojî girtinê, vî salê ji bo alema Îslamê û hemu gelên Cîhanê bike wesîla Aşîtîyê.

Daxwazya me ji Xwadayê dilovan cejna Remezana pîroz ji bo gelê Kurd bibi wesîla biratiyê û yekîtîtîya Netewî. Hêvîdarim Cejna Remezanê bibe wesîleya edalet, wekhevî, aştî, biratî û aramiyê û bi van hestan cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz dikim.

/ Serokê Giştî :Partiya Îslamiya Kurdistan-PÎK /

Van jî bibîne

 

Navenda Kaşûnê ya Hasêrekê Di Cejnê De Li Benda Mêvanên Xwe Ye
12 Welatan Li Dijî Îranê Deklarasyona Hevpar Weşand

Nûçeyên Sereke