Li Îranê 3 Ciwan li Ber Çavên Gel Hatin Îdamkirin

CîhanNûçe

🔴 Nûpel – Li bajarê Qumê yê Îranê, 3 kesên ku di dema xwenîşandanên ji ber krîza aborî de bi “kuştina du polîsan” hatibûn tohmetbarkirin hatin bidarvekirin.

Ew her sê xort vê sibehê li bajarê Qumê li ber çavên xelkê hatin daleqandin. Li gorî daxuyaniyên rayedarên dadweriyê yên Îranê û Ajansa Nûçeyan a Farsê, wan her sê xortan di 8ê Kanûna Paşîn a 2026an de di bûyerên Qumê de bi kêran êrişî polîsên bi navê Ebas Esedî û Mihemed Qasimî Hempûr kiribû.

Nasnameyên wan hatin eşkerekirin

Navenda Çapemeniyê ya Hêza Dadweriyê agahiyên derbarê nasname û tawanên van kesan de parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, navên wan Mehdî Qasimî, Salih Mihemedî û Seîd Dawûdî ne. Ev kes bi tawanên “xerakirina tekûziya giştî”, “kuştina biqest” û “şerê li dijî dewletê” (muharebe) hatine îdamkirin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku gumanbaran di dema darizandinê û tetbîqata li cihê bûyerê de li tawanên xwe mikur hatine.

Xwenîşandanên li welat

Xwenîşandan di 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de ji ber kûrbûna krîza aborî û bêqîmetbûna tumen li hemberî diravên biyanî dest pê kirin. Esnafên Bazara Mezin a Tehranê dikanên xwe girtin û ev nerazîbûn di demeke kurt de li seranserê welêt belav bû û veguherî çalakiyên siyasî. Di 8ê Kanûna Paşîn de pevçûnên herî tund rû dan û hikûmetê ji ber hincetên ewlehiyê înternet li seranserê welêt sînordar kir.

Bîlançoya giran a bûyeran

Li ser hejmara kesên ku di xwenîşandanan de canê xwe ji dest dane, di navbera saziyên fermî û rêxistinên mafên mirovan de ferqên mezin hene. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku ji destpêka bûyeran heta niha 5 hezar û 858 kesan canê xwe ji dest daye û 41 hezar û 283 kes jî hatine desteserkirin.

Li aliyê din, Saziya Tiba Dadî ya ser bi Weqfa Şehîdan ve diyar kir ku di bûyeran de bi tevahî 3 hezar û 117 kes (hêzên ewlehiyê û sivîl) hatine kuştin. Li gorî rapora wan a fermî, 2 hezar û 427 kes ji aliyê “komên terorîst” ve bûne hedef, lê derbarê 690 kesên din de ti agahî nehatin dayîn. Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniyekê de îdia kiribû ku hêzên ewlehiyê yên Îranê 32 hezar kes kuştine.

Van jî bibîne

 

Amerîka: Erkê me yê leşkerî li Îranê di demeke nêz de bidawî dibe
Adil Okay: “Dîroka Rast bi Fîlmên Kujeran Nayê Guhertin”

Nûçeyên Sereke