🔴Nûpel – Mehmet Ocalan ê ku diyar kir Abdullah Ocalan rexne li dewletê girtiye ku di pêvajoyê de gav neavêtine, ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye: “Em ê bi mezinakirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin.”
Di 26ê Sibatê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatê pêk hat. Di hevdîtinê de birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan ê ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê ye, amade bûn. Mehmet Ocalan derbarê naveroka hevdîtinê de agahî dan.
Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevdîtinê de bi giranî li ser “pêvajoya nû” hatiye sekinandin û Abdullah Ocalan li ser projeya ku di vê çarçoveyê de hatî amadekirin nirxandin kirine.
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku dibe ku ev proje ji aliyê hinek derdoran ve lawaz bê dîtin, lê dê naveroka wê ji aliyê gel ve bê dagirtin. Mehmet Ocalan gotinên Abdullah Ocalan wiha ragihandin:
“Hûn her tiştî tînin ziman lê naxin pratîkê. Gotin heye lê sepan (pêkanîn) nîne. Piştî vê yekê divê her kes li cihê xwe, li bajarê xwe rastiya tevgera Kurd mezin bike. Dewlet êdî dibêje ku hebûna Kurdan qebûl kiriye, lê tenê qebûlkirina hebûnê têrê nake. Divê hundirê vê rastiyê bê dagirtin. Heke di pêşerojê de hêz neyê mezinkirin, çareserî pêş nakeve. Dema hêz mezin bibe, mîna berê asteng namînin; ji bo Kurdan qad hinekî vebûye.”
‘Divê di her qada jiyanê de Kurdî bibe bingeh’
Mehmet Ocalan diyar kir ku bal hatiye kişandin ser mijara ziman û çandê jî û Abdullah Ocalan derbarê bikaranîna Kurdî de rexne girtine. Mehmet Ocalan got: “Min jê re got ku li gelek bajarên Kurdistanê bikaranîna Kurdî bi asteke cidî ketiye. Wî diyar kir ku ev yek ‘nayê qebûlkirin’. Destnîşan kir ku bêyî mezinkirina hêzê, di qada ziman û çandê de çareserî pêknayê. Got ku divê ji niha û pê ve di her qada jiyanê de Kurdî bibe bingeh; civîn, xebatên şaredariyan û hemû saziyên demokratîk divê bi Kurdî werin birêvebirin. Di heman demê de got ku ne tenê navên saziyan, divê xebatên wan ên hundirîn jî bi Kurdî bin.”
‘Ji bo 4 parçeyan projeyan amade dike’
Mehmet Ocalan ragihand ku Abdullah Ocalan derbarê Rojhilata Navîn de jî nirxandin kiriye û gotiye ku ew li ser projeyên cihêreng ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dixebitin: “Ji bo Başûr, Rojava û Rojhilat projeyên amadekarî tên kirin. Diyar kir ku ev proje dê bikevin dewrê. Got ku Kurdên li Îran, Başûr, Rojava û Bakur parçeyekî vê pêvajoyê ne.”
Di derbarê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê de jî Abdullah Ocalan wiha gotiye: “Me gavên mezin avêtin, ji niha û pê ve divê dewlet jî gavan biavêje. Lê belê em ê bala xwe nedin ser dewletê, em ê bala xwe bidin ser mezinkirina tevgera xwe. Em ê bi mezinakirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin.”
/Çavkanî: MA/










