GOYÎDER: Bendav û kanzaya madenê jiyana gundiyan dixe metirsiyê

NûçeXweza

🔴ŞIRNEX (Nûpel) – Piştî ku li gundê Nêrwehê lehî rabû, Komeleya Çand û Xwirista Goyan (GOYÎDER) daxuyaniyeke nivîskî parve kir û hişyarî da: “Bendav û kanzaya madenê dê bibin sedema karesateke mezin.”

GOYÎDERê derbarê metirsiya kanzaya madenê û sê bendavên ku li gundê Nêrweha navçeya Qilabanê (Uludere) hatine çêkirin, daxuyaniyek belav kir. Komeleyê diyar kir ku jiyana 1500 kesan di metirsiyê de ye û divê gund demildest were valakirin û veguhestin.

‘Jiyana gundiyan tê paşguhkirin’

GOYÎDERê bi bîr xist ku li gund zêdetirî 200 mal hene û nêzî 1500 kes lê dijîn; lê belê jiyana van kesan tê paşguhkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Gund di bin metirsiyeke mezin de ye. Sê bendavên ku li jora gund hatine çêkirin, di encama xetayeke teknîkî an jî rabûna lehiyê de, dikarin bibin sedema karesatên mezin. Di rewşeke wiha de, divê îhtîmala binavbûna gund neyê paşguhkirin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku kanzaya madenê ya li bakurê gund jî xetereyê zêde dike:

Bi barana zêde re bermayiyên kanzayê li ber avê dikevin û diherikin nava gund.

Ev rewş di dema lehiyê de dibe sedema metirsiyeke mezin a li ser canê mirovan.

Gundê Nêrwehê ku di salên şer de hatibû valakirin, ji neçarî li ber devê çem hatibû avakirin. Niha ku metirsiya ewlehiyê ya şer nemaye, ne rast e ku gundî li vê devera xeternak bimînin.

GOYÎDERê daxwaz kir ku binesaziya Gundê Nêrweha kevin were amadekirin, gundî ber bi devereke ewle ve werin veguhestin, kanzaya madenê were girtin û ji bo gundiyan xaniyên nû werin lêkirin.

Çi bûbû?

Duh (15ê Adarê), ji aliyê bakurê gund (cihê kanzaya madenê) lehî rabû û di encamê de 4 mal man bin avê. Her wiha gelek sewalên gundiyan jî telef bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li pişt gund sê bendav hene û berê jî nûçeyên derbarê “derizîna bendavekê” de ketibûn rojevê. Her wiha li gundê cîran Şiwêdê jî duh qepaxên bendavê hatibûn vekirin û av bi ser gund de girtibû.

Van jî bibîne

 

Pêşniyara DEM Partiyê ji bo TBMMê: “Helepçe wekî Komkujiya Kurdan bê nasîn”
Komeleya Wêjekarên Kurd: ‘Helebçe di Dilê Wêjeya Me de Zindî ye’

Nûçeyên Sereke