🔴Yekemîn maçên qonaxa 16’an a Lîga Şampiyonan a UEFA’yê bi encamên sosret û bi heyecan dest pê kirin. Di şeva yekem a maçan de nûnerê Tirkiyeyê Galatasaray û tîmên wekî Bayern Munih û Atletico Madrid bi serketinên girîng vegeriyan.
Encamên Maçên Şeva Borî:
• Galatasaray 1 – 0 Liverpool: Nûnerê Tirkiyeyê Galatasaray, li qada xwe tîma îngilîz Liverpool kir mêvan. Galatasaray bi serketina 1-0, ji bo maça duyem avantaj bi dest xist.
• Atletico Madrid 5 – 2 Tottenham Hotspur: Tîma spanî Atletico Madrid, li hemberî tîma îngilîz Tottenham bi skora (5-2) bi ser ket û derî ji bo çaryek fînalê vekir.
• Atalanta 1 – 6 Bayern Munih: Nûnerê Almanyayê Bayern Munih, li Îtalyayê li hemberî Atalantayê bû bahoz û rabû. Bi serketina 6-1, Bayern Munihê hema bêje bilêta çaryek fînalê mîsoger kir.
• Newcastle United 1 – 1 Barcelona: Newcastle United li mala xwe bi tîma spanî Barcelona re 1-1 wekhev ma û hêviyên xwe talûqî maça duyem kirin. têk
Bernameya Sibê: Maçên Kelecanî Didomin
Kêliya heyecanê ya Lîga Şampiyonan sibe bi maçên din berdewam dike. Bernameya maçên sibe bi vî rengî ye:
20:45 Bayer Leverkusen – Arsenal
23:00 PSG – Chelsea
23:00 Bodo Glimt – Sporting Lizbon
23:00 Real Madrid – Manchester City










