🔴Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Bedlîsê ya DEM Partiyê, li dijî sepandina bernameyên veberhênanê yên ku ji aliyê Îdareya Taybet a Bajêr ve hatine amadekirin û bêyî ku bînin rojeva Meclîsê tên birêvebirin, nerazîbûn nîşan dan. Hat destnîşankirin ku dîtina Meclîsê wekî “meqama noterê” nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser navê endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Bedlîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) de hat ragihandin ku; dûrxistina Meclîsa Giştî ya Bajêr ji diyarkirina xizmetên ku dê ji bo navçe û gundên Bedlîsê werin kirin, nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gorî Zagona Îdareya Taybet a Bajêr a bi hejmara 5302’yan, divê plana stratejîk û bernameyên xebat û veberhênanê di Meclîsa Giştî ya Bajêr de werin nîqaşkirin û biryara wan were girtin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Bêrîvan Canbey ve hat xwendin de hat diyarkirin ku; bernameyên veberhênanê yên bêyî pejirandina Meclîsê têne amadekirin, dibin sedem ku neyê zanîn gelê Bedlîsê dê çi xizmetê werbigire û çavkaniyên giştî li ku derê tên xerckirin. Hat diyarkirin ku ev rewş bi prînsîbên şeffafî û hesabdayînê re li hev nake.
Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn:
“Bernameyên ku bêyî pejirandina Meclîsê têne amadekirin, mehkûmî wê yekê ne ku li gorî tercîhên siyasî an jî kêfî teşe bigirin. Pêdiviyên rastîn ên her navçe û gundên Bedlîsê tên paşguhkirin û belavkirina adil a çavkaniyan tê astengkirin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Meclîsa Giştî ya Bajêr organê biryardanê yê Îdareya Taybet a Bajêr e û hat destnîşankirin ku dîtina Meclîsê wekî “meqama noterê” nayê qebûlkirin.
Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Bedlîsê ya DEM Partiyê, bang kirin ku dawî li van sepanên derqanûnî were anîn û daxwaz kirin ku bernameyên veberhênanê bi lezgînî bînin rojeva Meclîsê.










