Li stadyûma Beledî ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê malbatên dîlgirtiyan 88 dîlên ku hatin berdan, pêşwazî kirin.
Li wir parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Fermadarê Hêzên Ewlekariyê yê Hesekê Merwan Elî û cîgirê wî Siyamend Efrîn amede bûn.
Ev koma 5’an a pevguhartina dîlgirtiyan a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye.
Duh parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehemd ragihandibû ku îro komek dîlgirtî dê werin berdan.
Koma 1’ê ya dîlgirtiyan di 10’ê adara 2026’an de, koma 2’yan di 19’ê adarê de, koma 3’yan di 11’ê nîsanê de û koma 4’an di 8’ê gulanê de hatibûn berdan.
Di van koman de, Hêzên Sûriya Demokratîk 491 kes û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hezar û 120 kes serbest berdane.
Ciwanekî dîlgirtî ji pêkhatiyên Ereb destnîşankir ku di dema ew li Reqayê li zindana Iqtanê de bû, derdora 100 kes her car cihê wan didan guhertin.
/Çawkani: nucetv.net/










