NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî di nava pêvajoya peymana li gel Îranê de gelekî pêş ketiye û diyar kir ku ew dê di nava du hefteyan de serkeftina xwe ya li hemberî Tehranê ragihînin.
Trump beşdarî telekonferanseke piştgiriyê ya ji bo Senator Lindsey Graham bû û di peyama xwe ya ji bo hilbijêran de bal kişand ser rageşî û peymana li gel Îranê.
“Em dê di 2 hefteyan de serkeftina temam ragihînin”
Trump destnîşan kir ku rewşa wan a di mijara Îranê de gelekî baş e û pêvajoya li ser peymanê bi awayekî serkeftî bi rêve diçe. Trump diyar kir ku ev dosya dê di demeke nêzîk de bê girtin û got:
“Em tîmeke gelekî bihêz in û bi dîtina min em di vî şerî de bi ser dikevin. Dema ku me di nav 2 hefteyên pêşiya me de serkeftina temam ragihand, em dê bi rastî jî bi ser ketibin.”
Trump her wiha bang li dengderan kir ku dengê xwe bidin Graham û bîr xist ku bi encamgirtina vê pêvajoyê re dê bihayê benzînê li Amerîkayê bi lez dakeve.
Banga ji bo Îran û Îsraîlê: Şer demildest rawestînin
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî Truth Socialê jî derbarê aloziya ku di navbera Îran û Îsraîlê de gup kiriye daxuyaniyek dabû. Trump di peyama xwe de bang li her du aliyan kiribû ku ji bo rêgirtina li karesatek mezin, “demildest” şer û pevçûnan rawestînin.










