Şikbarê Firarî Umut Altaş Hat Binçavkirin: Pêvajoya Îadekirinê Dest Pê Kir

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî ragihand ku di lêpirsîna windabûna Gulîstan Doku de şikbarê firarî Umut Altaş li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatîye binçavkirin û ji bo îadekirina wî ya ji bo Tirkiyeyê hemû mekanîzmayên dîplomatîk û hiqûqî hatine xebitandin.

Wezîr Çîftçî li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û dîyar kir ku ji bo pêkanîna edaletê di dosyaya Gulîstan Doku de, têkoşîna wan a biryardar gihîştiye qonaxeke giring a navneteweyî.

“Qada Tevgerê ya Firarî Gav bi Gav Hat Tengkirin”

Çîftçî da zanîn ku ji bo Altaş ê ku di 21’ê Nîsana 2026’an de derbarê wî de bultena sor hatibû derxistin, bi Interpol, FBI û Yekeya Lêkolînên Ewlehiya Navxweyî ya DYA’yê re hevkariyeke berfireh hatîye kirin. Wezîr Çîftçî li ser hûrgiliyên operasyonê weha got:

“Di encama koordînasyona hemwext de, qada tevgerê ya şikbarê firarî gav bi gav hat tengkirin. Hebûna wî ya li herêma New Yorkê hat tespîtkirin û pêvajoya binçavkirina wî bi lez bi dawî bû. Ev geşedan ne tenê serkeftineke operasyonel e, di heman demê de nîşaneya şiyanên gerdûnî, teknolojiya bilind û biryardariya saziyên dewleta me ya di şerê li dijî sûç û sûcdaran de ye.”

Di Nav 5 Mehan De 329 Sûcdar Hatine Îadekirin

Wezîrê Navxweyî destnîşan kir ku bi saya pergalên analîzên krîmînal ên nifşê nû, şopandina şopên dîjîtal û analîzên li ser medya civakî êdî tu sûcdar nikare xwe ji edaletê veşêre. Çîftçî agahiyên dawî parve kirin û got: “Di encama têkoşîna dewleta me de, tenê di navbera 1’ê Rêbendan û 22’yê Gulanê de 329 sûcdarên firarî ji derveyî welat ji bo Tirkiyeyê hatine îadekirin.”

“Hêsrên Çavên Tu Dayikê Dê Di Nav Demê De Windanebin”

Wezîr Mustafa Çîftçî bi bîr xist ku ew ê destûrê nedin tu sersaxî, bêdengî û hesta bêcezabûnê û weha dawî li axaftina xwe anî:

“Bila malbata Gulîstan Doku û hemû welatiyên me yên ku bi salan e li benda edaletê ne baş bizanibin; hêsrên çavên tu dayikê û benda bêdeng a tu bavekî dê di nav demê de windanebin. Rastiya madî zû an dereng dê derkeve holê û li pêşberî hiqûqê hesabê pêwîst bê xwestin.”

Van jî bibîne

 

Ji bo projeya JES a Gimgimê hişyariya ‘Qada Jîngehê ya Girîng’ di belgeya fermî de cih girt
Mêrdîn, qeyûm û Kurdî: Weşanxaneyên Kurdan tune hatin hesibandin

Nûçeyên Sereke