Platforma Demokratîk a Îranê ku rêxistinên nûnertiya gel û civakên cuda yên li Îranê aniye cem hev, li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferansa “Îraneke demokratîk bi hev re dihûnin” li dar xist.
Di panelên sêyemîn û çaremîn ên konferansê de li ser avakirina Îraneke demokratîk û îhtîmalên alternatîf ên demokratîk rawestiyan.
Di konferansê de, her wiha bi berfirehî rewşa heyî ya li Îranê, zextên zêde bûne, bandor û encamên şerê ku ji hêla DYE û Îsraîlê ve hatiye destpêkirin, hatin nirxandin.
Gelek rêxistin û komên ji Îran û Rojhılatê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.
Axaftinên destpêkê, ji aliyê endamên ku di Parlamentoya Ewropayê de komên wan hene, weke komên Sosyalîst û Demokrat, Çep û Kesk ve hatin kirin.
Ji nûnerên Yekîtiya Ewropayê piştgiriya tam
Yek ji axaftvanên destpêkê yên konferansê, ji Koma Sosyalîst û Demokratan Evîn Încîr bû.
Evîn Încîr, mijarên wekî afirandina qadeke demokratîk ji bo diyalogê di navbera hêzên siyasî û civakî yên Îranê de, lêkolîna rola netewe û civakan di pêşeroja demokratîk a welêt de û avakirina Îraneke demokratîk dê werin nîqaşkirin de, got:
“Wekî Yekîtiya Ewropayê, divê em piştgiriyê bidin gelê Îranê.
Tenê axaftin têrê nake. Divê çalakî hebe. Divê gav werin avêtin.”
Ji Partiya Kesk Leoluca Orlando, li Parlamentoya Ewropayê girîngiya piştgiriya demokrasiyê li Îranê tekez kir û got:
“Cîhan di serdemeke pir hesas re derbas dibe. Gelê Îranê hewceyê piştgiriyê ye.”
Ji Koma Sosyalîst û Demokratan, Thijs Reuten, rexne li şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê kir û diyar kir ku vê yek hem krîz û hem jî zexta navxweyî kûrtir kiriye.
Reuten her wiha êrîşên Îranê yên li ser Kurdan bi bîr xist û tekez kir ku pêwîst e li ser pêşxistina demokrasiyê li Îranê were fikirîn û xebat ji bo wê were kirin.
Muxalefeta Îranê banga guhertinê kir
Piştî axaftinên vekirinê, panela yekem a konferansê dest pê kir.
Di panela bi sernavê “Rola Netewe û Civakan di Avakirina Îraneke Demokratîk de”, endamê Konseya Serokatiyê ya PJAKê Siyamend Moînî, Sekretera Giştî ya Partiya Hevgirtina Demokratîk a Ehwazê Mona Silawî, endama Komîteya Navendî ya Partiya Gelê Belûçistanê Fariba Borhanzehî, û berpirsê siyasî yê Sahra ya Tirkmen û parêzer Jouma Bouresh wekî axaftvan beşdar bûn.
Siyamend Moînî: Em xweseriya demokratîk pêşniyar dikin
Endamê PJAKê Siyamend Moînî diyar kir ku Îran di serdemeke pir krîtîk re derbas dibe û ew di vê qonaxa krîtîk de tekezî li ser demokrasiya radîkal dikin û got:
“Em ji bo mirovên ku li herêmên cuda yên Îranê dijîn projeyeke ‘xweseriya demokratîk’ pêşniyar dikin da ku nexşeya siyasî ya paşerojê ya welêt ji nû ve teşe bidin.”
Siyamend Moînî behsa serdemeke hesas kir ku Îran tê re derbas dibe û bal kişand ser girîngiya yekîtiya siyasî û diyalogê û got:
“Ger ev danûstandin bi ser nekevin, dîrok dê xwe dubare bike û di wê rewşê de, jiyana nifşên pêşerojê yên li herêmê dê wekî berê pir zirarê bibîne”
Nûnerên Belûç û Tirkmen tekezî li ser hemwelatîbûna wekhev kirin
Ferîba Borhanzehî li ser navê Partiya Gel a Belûçistanê axivî û diyar kir ku naskirina mafên hemû gelan di Îraneke pêşerojê de ji bo aştî û aramiya civakî pir girîng e.
Jouma Boureş, nûner û parêzerekî Sahra Tirkmen, tekez kir ku demokratîkbûn divê hemû beşên civakê bigire nav xwe û daxwaz kir ku divê ji nû ve modela rêveberiya navendî were destgirtin.
Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê “Beşdariya Neteweyî, Civakî û Siyasî di Pêşeroja Îranê de” pêk hat.
Sekreterê Partiya Yekîtîya Bextiyarî Feramaz Bextiyar, nûnerê Tevgera Têkoşîna Erebî ya Ehwazê Odeh Afravî û lêkolînera Zanîngeha Turku Raha Sabet Sarvestani, pêşkêşî kirin.
Konferans, ku heta saetên dawî berdewam kir, li ser pêşeroja demokratîk a Îranê, temsîlkirina gelên cûda û mekanîzmayên beşdariya siyasî de nîqaş meşandin.
/Çawkani: nucetv.net/










