NÛPEL – Amedspor ne tenê klûbeke sporê ye; ew qada rûmetê, parastina nasnameyê û daxwaza miletê Kurd a ji bo hebûnê ye. Îro li seranserê cîhanê, alîgirên Amedsporê ji tîmên navdar ên Tirkiyeyê yên wekî Galatasaray, Fenerbahçe û Beşiktaşê zêdetir in. Çima? Ji ber ku Amedspor ne tîma bajarekî, tîma neteweyekê ye. Lewma, her kesê di bin banê vê klûbê de—ji serok heta malzemevan—divê bi vê giranî û hişmendiyê tevbigere.
Lê mixabin, em dibînin ku rêveberiya klûbê di asta vê berpirsiyariya dîrokî de nîn e. Di demsalekê de guhertina sê rahêneran (antrenoran) ne tenê tercîheke teknîkî ye, nîşaneya bêplaniyê û windakirina vîzyonê ye. Wekî ku min berê jî gotibû, Sinan Kaloglu bi dîtina min di nav van de yê herî serkeftî bû, lê hat qurbanîkirin. Mesut Bakkal jî bi hincetên “hestiyarî” û “serkeftinên berê” hat anîn, lê di kêliyên herî krîtîk de tîmê bêxwedî hişt.
Kêmasiya herî mezin a rêveberiyê ew e ku nikaribû “ruhê şampiyoniyê” di nav tîmê de ava bike. Gava lîstikvan di qadê de panîk dibin, dest û piyên wan li hev dikevin, ev yek nîşan dide ku rêveberî û ekîba teknîkî di warê psîkolojîk û motivasyonê de bi temamî têk çûne.
Niha em li ber sînorê 90 deqîqeyên zêrîn in. Divê em vê rastiyê bi bîr bînin: Ger Amedspor îsal nebe şampiyon, dibe ku ev xeyal êdî tu carî pêk neyê. Ev derfeta ku bi saya tîma Sariyer ku rahênerê Amedsporê yê berê Servet Çetin û lîstikvanê ji tîmê hat şandin Poko tê de cih digirin gihîştiye ber destê me, şansê dawî ye. Windakirina vê şansê, nayê wateya windakirina maçê; nayê wateya windakirina lîgekê; ew ê bibe windakirina baweriya mîlyonan.
Lê xetereyeke din a mezintir heye: Heger Amedspor şampiyon bibe û bi vî aqilî, bi vê rêveberiya bêplan were birêvebirin, sala pêşiya me ew ê bibe dafika herî mezin ji bo me. Şampiyonbûn tenê derketina lîgekê nîn e; mayîndebûna di wê lîgê de bi profesyonelî, bi pergal û bi vîzyonê dibe. Heger ev rêveberî bi heman rêbazan berdewam bike, ew ê tîmê bixin nav çaleke wisa ku derketina jê ne gengaz be.
Lîstikvanên ku wî formayê pîroz li xwe dikin divê fêm bikin: Hûn ne tenê ji bo sê puanan, hûn ji bo dîroka miletê xwe dileyizin. Ev 90 deqîqe, saeta biryardariyê ye. Rêveberî jî divê serê xwe ji bin axê derxe û bibîne ku Amedspor ne lîstika şexsan e.
Em li benda şampiyoniyê ne, lê em li benda “Amedsporeke bi rûmet û bi pergal” in jî. Îro roja serkeftinê ye, lê sibê roja hesabpirsîna ji vê bêpergalî û bêplaniyê ye!










