Li Licê Salvegera Eshabê Keyf (Heft Razayî) Hat Pîrozkirin

AMED (Nûpel) – Li herêma Licê ya Amedê, salvegera çîroka efsanewî ya Eshabê Keyf (Heft Razayî) ku di dîrok, çand û baweriyên cuda de xwedî cihekî girîng e, bi çalakiyên hunerî û çandî hat pîrozkirin. Her sal di 28’ê Gulanê de, xelkê herêmê wekî rojeke pîroz û cejna xweparastinê vê rojê pêşwazî dike.

28’ê Gulanê, li Licê û hawirdorê wekî roja xweparastina heft xortên Xristiyan ên li dijî zilmê tê qebûlkirin; xortên ku di dîrokê de xwe spartibû bextê çiyayê Mewkoyan. Ev roja ku di eslê xwe de serboriya xortên Xristiyan e, mîna gelek rûdanên dîrokî yên li herêmê, bi demê re hatiye îslamîzekirin. Li cîhanê 33 cihên cuda bi navê “Eshabê Keyf” hene, lê zanyar û şarezayên herêmê destnîşan dikin ku li gorî ayetên Sûreya Kehf a di Qurana Pîroz de, şikefta li Licê nîşaneya herî lihevhatî û aqilane ye.

Serhildana Li Dijî Zilma Deqyanûs

Li gorî agahiyên dîrokî û çîrokên efsanewî, serpêhatî li ser serhildana şeş mîrzade û wezîrên Împaratoriya Romayê (Yemlîxan, Mîsîlîna, Mekselîna, Sazenûş, Debernûş û Mernûs) ya li dijî padîshahê pûtperest û zilmkar Deqyanûs ava dibe. Ev ciwanên ku li dijî xwe-xwedavendiya Deqyanûs serî radikin, piştî zindankirinê ji gundê Cinezûrê direvin û ber bi çiyayê Mewkoyan ve diçin.

Li nêzî gundê Dêrqamê, şivanekî bi navê Kefeştetayûş û kûçikê wî Qutmîr jî tevli wan dibin. Ew bi hev re xwe dispêrin şikeftekê. Padîşah Deqyanûs fermana girtina devê şikeftê dide, lê ciwan bi diayan xwe dispêrin Xwedê û li wir dikevin xewekî dirêj ku zêdetirî 300 salî dikişîne. Piştî hişyarbûnê, dema Yemlîxan bi kincên şivan ji bo xwarinê diçe bajarê Serdê (Hênî), bi dîtina pereyên serdema kevn, mûcîze aşkere dibe û tê fêmkirin ku serdem guheriye û zilm bi dawî bûye.

Şikefta Licê û Ayeta Quranê

Her çiqas li cîhanê 33 cihên cuda bi navê “Eshabê Keyf” hebin jî, zanyar û şarezayên herêmê destnîşan dikin ku li gorî danasîna di Sûreya Kehf (Ayeta 17’an) a Qurana Pîroz de —ku behsa pozîsyona rojê û tîrêjên wê dike— şikefta li çiyayê Mewkoyan a Licê nîşaneya herî lihevhatî û aqilane ye. Heta roja îro jî şopa lingê kûçikê wan Qutmîr li ber devê şikeftê wekî delîl tê parastin. Her weha navên Yemlîxan û Qutmîr di çanda gundên Licê de hîn jî li ser zarokan tên danîn.

Bermahiyên bajar û qesra Deqyanûs (Zarga Fîsê) ku 18 km dûrî navenda Licê ye, heta sala 2015’an saxlem bûn, lê piştî wê dîrokê li ser vê qada dîrokî baregeheke leşkerî hatiye avakirin.

Konên Çand û Ziman Hatin Vegirtin

Bi minasebeta salvegera vê efsaneyê, bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya AFA’yê ya Şaredariya Licê, li qada pîrozgehê konên çand, huner û ziman hatin vekirin. Di çalakiyan de eleqeya herî mezin ji bo konên ziman çêbû û bi taybetî zarokan bi kelecaneke mezin piştgiriya van xebatan kir.

Di pîrozbahiyê de şaredariyên din ên bajêr jî piştgiriya xwe nîşan dan. Şaredariya Peyasê û Kooperatîfa Hanimeller jî li qada pîrozgehê konên xwe vegirtin û beşdarî bernameyê bûn. Çalakî bi nîşandana berhemên hunerî û xebatên ziman bi dawî bû.

 

Van jî bibîne

 

Li Îmraliyê hevdîtina malbatê
Şerê li Rojhilata Navîn stratejiyên enerjiyê diguherîne

Nûçeyên Sereke