Li Esenyûrtê eleqeyeke zêde ji bo kincên herêmî

Eleqeya ji bo cilên herêmî ku sembola çanda Kurdî ne, her roj zêde dibe. Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, bi taybetî daxwazeke zêde ji bo cilên herêmî di dawet, betlaneyan, konser û mîtîngan de heye.

Taner Yilmaz ku bi salan e li Esenyûrtê cilên herêmî difiroşe, got ku ew karê xwe tenê wekî bazirganiyê nabîne, di heman demê de wekî parçeyeke ji bo zindîhiştina çanda Kurdî jî dibîne.

 Yilmaz anî ziman ku ew ji Wanê ye û got ku ji 13 saliya xwe ve cilên gelêrî difiroşe û got: “Ez dixwazim ku mirov xwedî li çanda xwe derkevin. Divê her kes zanibe ku çandeke wisa heye. Divê ew van cil û bergan di betlaneyan, dawet, festîval û bûyerên taybet de li xwe bikin. Bila gelê Kurd çanda xwe ji bîr neke. Armanca me ew e ku em vê yekê zindî bihêlin.”

Yilmaz diyar kir ku ne tenê Kurd, di heman demê de mirovên ji derdorên cuda jî eleqeyê nîşanî cilên herêmî didin û got: “Em şal, serpoş û curbicur cilên herêmî difiroşin. Gelek kes ji vir cil û bergan kirê dikin an dikirin. Dema ku mirov çanda Kurdî dibînin, kêfxweş dibin.”

 

/Çawkani: Ajansa Mezeopotamya/

Van jî bibîne

 

Îranê 3 Kurd îdam kirin
Veysi Varli: Ez û Muzîka Giranî

Nûçeyên Sereke