Li Çînê di teqîna kana komirê de 90 kes mirin

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li bakurê Çînê, di hundirê kaneke komirê de teqînek çêbû. Li gorî agahiyan heta niha 90 kesan jiyana xwe ji dest daye û xebatên lêgerînê yên li binê kavilan berdewam dikin.

Duh êvarî li parêzgeha Shanxi ya bakurê Çînê, di kana komirê ya bi navê ‘Liuchinyu’ de teqînek pêk hat.

Hate diyarkirin ku di encama teqînê de heta niha 90 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî di binê erdê de asê mane.

Li gorî agahiyên der barê sedema teqînê de, asta gaza karbonmonoksîtê di hundirê kanê de gelekî bilind bûye û ev yek bûye sedema xirabûna tenduristiya hejmareke karkerên di bin erdê de. Serokê Çînê Xi Jinping, ji bo rizgarkirina kesên birîndar û asêmayî, her wiha ji bo lêkolînkirina sedemên bûyerê banga xurtkirina hewldanan kir.

Ajansa nûçeyan a Çînê Xinhua ragihand ku sedema teqînê tê lêkolînkirin û xebatên rizgarkirina kesên asêmayî di bin şert û mercên dijwar de berdewam dikin.

Van jî bibîne

 

Di Hefteya Zimanê Kurdî De Li Amedê Panel: Çîroka Evîn Goyî Bû Berhema ‘Evîna Dilan’
Di doza Gulistan Dokuyê de pêşhateke nû: Umut Altaş hat desteserkirin

Nûçeyên Sereke