Kongreya MED TUHAD-FEDê: Bila statuya Ocalan bê naskirin

Nûçe

AMED (Nûpel)- Di 4’emîn Kongreya Asayî ya MED TUHAD-FED’ê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got: “Hema ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê naskirin, dê qeflên hemû girtîgehan vebin.”

​Federasyona Komeleyên Piştgirî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxuran (MED TUHAD-FED), bi şîara “Bi civaka demokratîk em siberojên azad ava dikin” kongreya xwe ya 4’emîn a asayî pêk anî. Kongre li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê birêve çû. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, ji navên ku li Îmraliyê tên girtin Veysi Aktaş û Çetin Arkaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahit Kirkazak, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD) Ekin Yeter û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

​Li eywana kongreyê posterê mezin ê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wêneyên girtiyên ku di girtîgehan de hatine qetilkirin hatin daliqandin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e”, “Li hember qetlîamên zindanan bêdeng nemîne” û “Bi civaka demokratîk ber bi Rêbertiya azad ve” hatin vekirin. Di kongreyê de gelek caran sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê ya bi marşa “Çerxa Şoreşê” dest pê kir û piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna li girtîgehan û xebatên federasyonê hate nîşandan.

Peyama Girtiyan ji bo Kongreyê

​Di kongreyê de destpêkê peyama ku girtiyên siyasî şandibûn hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin:

​“Di vê serdema dîrokî de ku em xebata avakirina aştiyê û civaka demokratîk dimeşînin, em kongreya we bi rêzdarî silav dikin. Em silav, rêz û hezkirinên xwe ji her kesê li eywanê re dişînin. Em spasiya her kesê ku keda wan di çêkirina vê kongreyê de heye dikin.

​Amûrê dewlet-netewe ku lingê bi xwîn ê modernîteya kapîtalîst e, axa Anadolu û Mezopotamyayê veguherand goristana gelan. Bi vî amûrî li Rojhilata Navîn bi dehan ziman û çand mîna kulîlkan hatin çilmisandin û rastî qirkirinê hatin. Ziman, çand û ev deryaya baweriyê ya ku mîna muzexaneyeke vekirî li holê ne, li benda rojên ku li ser rehên xwe yên resen dîsa şîn werin in. Her yek ji wan wekî rengên azad ên baxçeyê neteweya demokratîk, bi aştî û civaka demokratîk re dê ji nû ve şîn bibin. Tiştê ku dê van hemûyan dîsa rake ser piyan; civakeke rêxistinkirî, bihiş, biîrade, azad û komunal e. Civak tenê bi vê dikare hebûna xwe biparêze.

​Em ji dil bawer dikin ku ev kongre, ku koma îradeya bi hezaran mirovên rêxistinkirî ye, dê hêz û enerjiyeke mezin bide pêngava aştî û civaka demokratîk. Bi heyecana roja ku em ê bi Rêbertiya azad re di avakirina civaka demokratîk de bigihîjin hev, em we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikin.”

‘Birêz Ocalan Dîroka Sed Salî Berevajî Kir’

​Piştî xwendina peyamê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku girtîgeh ji bo cezakirina gelê Kurd hatine avakirin, lê li dijî vê têkoşîneke mezin tê dayîn. Uçar bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got:

“Gelekî ku li welatekî tune tê hesibandin, berpirsiyariya herî mezin a avakirina demokrasiyê hildigire ser milê xwe. Bi zimanê xwe yê ku tune tê hesibandin, li ser zemîna siyaseta demokratîk soza avakirina jiyaneke birûmet dide kesên li ser vê axê dijîn. Ev pêvajo bi xwe têkoşîna gelê Kurd e; têkoşîna rûmetên gelê Kurd û Rêberê Kurd e. Gelê Kurd û Birêz Ocalan hem bi konseptên xwe hem jî bi têkoşîna xwe dîroka sed salî berevajî kirine. Tiştê ku di dîroka sed salî de ‘nabe’ dihat dîtin, dîsa ji Rojhilata Navîn û cîhanê re vegotine. Li her derê pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirin, lê li Tirkiyeyê nayê nîqaşkirin. Heya ku dewlet nebîne û lal bibe, pêşvebirina vê pêvajoyê dimîne ser milê me. Dema ragihandina vê pêvajoyê dihat kirin, kesên ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde baweriya xwe pê dianî hûn bûn, em bûn. Ji ber ku we têkoşîna 50 salî li ser milên xwe hilgirt. Hinek ji we li ber deriyê girtîgehan, hinek di girtîgehan de, hinek jî di siyaseta demokratîk de. We hêviya xwe wenda nekir.”

‘Ev Gel dê bi Kilîta Îmraliyê Deriyê Aşitiyê Veke’

​Uçar bal kişand ser qetlîamên dawî yên li girtîgehan û bi bîr xist ku di sala dawî de 818 girtiyan bi sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane. Uçar wiha domand:

“Em ê li ber deriyê girtîgehan bin, em ê bi hemû hevalên xwe yên girtî re di nav piştevaniyê de bin. Hema ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê naskirin, dê qeflên hemû girtîgehan vebin. Pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, tenê li benda keda me ya zêdetir e. Ev gelê ku heta îro ji rêya xwe venegeriyaye, bêyî ku rêya xwe dirêj bike dê bigihîje aştiyê. Dê bi kilîta Îmraliyê deriyê aştiyê veke.”

​Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û Pinar Sakik Tekin û Kerem Canpolat dîsa wekî hevserokên federasyonê hatin hilbijartin. Pinar Sakik Tekin û Canpolat spasiya her kesî kirin û peyama berdewamiya têkoşînê dan.

​Kongre bi pîrozkirina rêveberiya nû bi dawî bû.

/Çavkanî: Ajansa Mezopotamya/

Moraşîn bi derhêneriya Qutbedîn Sadiqî derket ser dikê
Li Mêrdînê Konferansa Jinan: Bi Vîna Jinê Ber Bi Civaka Azad Ve

Nûçeyên Sereke