Nivîskar Huneyn Kuygusuz di bernameya Nupel TV de bal kişand ser koka wêjeya xwe. Kuygusuz anî ziman ku çavkaniya herî mezin a berhemên wî çanda qedîm a Erganiyê ye.
Bi taybetî behsa girîngiya Hîlar û Qota Berçemê kir. Huneyn Kuygusuz, ku xwe wekî dengê axê dibîne, diyar kir ku ew di berhemên xwe de jiyana cotkaran û dîroka vê xakê bi pênûseke samîmî dinivîse.










