NÛPEL – Di rapora otopsiyê ya Rojwelat Kizmaz a ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû de, hat eşkerekirin ku di nimûneya neynûka wê de asta nizm DNA’yê mêran hatiye tespîtkirin.
Cenazeyê Rojwelat Kizmaz a ku di 9’ê Sibata 2024’an de li Êlihê winda bûbû û bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, di Gola Bendava Ilisuyê de hatibû dîtin. Doza têkildarî mirina gumanbar a Rojwelat Kizmaz bi biryara “nehiştina darizandinê” (kovuşturmaya yer olmadığı) hatibû girtin. Mirina gumanbar a Rojwelat di hişê mirovan de pirsan dihêle û ev çend sal in bersiva van pirsan nayê dayîn.
Lêkolîna li ser xwediyê DNA’yê nehat kirin
Dema ku dosyaya Rojwelat ji nû ve hat lêkolînkirin, em gihîştin rapora otopsiyê ya ku piştî mirina wê hatibû amadekirin. Di rapora otopsiyê de îfadeyên “Di nimûneya neynûka ku wekî destê çepê 5 hatiye binavkirin a ku hatiye gotin aydê Rojwelat Kizmaz e, profîla Y-STR DNA’yê ku tê de gena cinsiyeta mêr a asta nizm heye, hatiye tespîtkirin” cih digirin. Her wiha hat dîtin ku têkildarî vê yekê ku DNA’yê mêran aydê kê ye, ti lêkolînek nehatiye kirin.
Dema mirinê tune ye
Di rapora otopsiyê ya hatibû amadekirin de bal hat kişandin ser wê yekê ku der barê dema mirina Rojwelat de ti bulgûyên (delîlên) zelal cih nagirin. Dema li rapora otopsiyê tê nêrîn, tê dîtin ku pirsên di hişê mirovan de nehatine ronîkirin. Tevî hemû van pirsan, girtina dosyayê ji aliyê dozgeriyê ve, xaleke din a balê dikişîne ye.










