“Hikûmeta niha ya Herêmê demborî ye û hemû tiştan bi awayekî neyasayî dike”
NÛPEL – Parlamenterê Parlamentoya Iraqê diyar kir ku hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê di her warî de hikûmeteke demborî ye; ji ber ku dengdana ji bo wê berî heşt salan hatiye kirin. Wî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê demborî ye û nikare her biryarê bide.”
Nêzîkî du sal in ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin, lê partiyên siyasî yên Herêmê hîn li ser avakirina kabîneya nû li hev nekirine. Vê rewşê bandoreke rasterast li ser jiyan û aramiya welatiyan kiriye. Parlamenterê Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona Tevgera Helwest, Xalib Mihemed, di vê derbarê de ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.
‘Pirsgirêka di navbera PDK û YNK’ê de li ser post û desthilatê ye’
Xalib Mihemed da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî hikûmetek demborî ye û got: “Hikûmeta demborî xwedî taybetmendiyên xwe ye û nikare her biryarê bide. Mînak, peymanên petrolê û zêdekirina bihayê kelûpelan. Lê ev hikûmet her tiştî dike.”
Mihemed wiha domand: “Ev her du partî (PDK û YNK) li ser postan şer dikin, ne li ser mafên gelê xwe. Ger ne wisa be, çima jiyan û xizmetgûzariyan li Silêmaniyê baştir nakin? Dibe ku dahata wê gelek be jî. Şerm e ku biryara çêkirina cotrêya Kelar-Silêmaniyê ji sala 2011’an ve hatiye dayîn, lê hîn nehatiye temamkirin. Kî ne yên ku rê li ber vê yekê digirin?”
‘Em ê du giliyan li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê tomar bikin’
Parlamenterê Tevgera Helwest got: “Avakirina hikûmetê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê jî nîne ku nirxê sotemeniyê erzan bikin; ew 50 hezar bermîlên petrolê jî nakin sotemenî. Tenê ji bo postên wezîran e. Li vir mixalefet tune ye, wekî din çawa dê desthilatdariyê organîze bikin? Em ê du giliyan li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê tomar bikin, yek ji bo parlamentoyê û yek jî ji bo hikûmetê. Madem parlamento dikare bê hilweşandin, çawa berî niha hat hilweşandin, niha jî dikare. Ne gengaz e ku du sal di ser hilbijartinan re derbas bibin, parlamento necive û hikûmet neyê avakirin.”
‘Hikûmeta demborî dahatên ne-petrolê jî ji holê rakir’
Xalib Mihemed bal kişand ser ji holêrakirina dahatên ne-petrolê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê vê hikûmeta neşer’î ve û wiha dewam kir: “Hikûmeta niha divê du erkên xwe pêk bîne: belavkirina mûçeyan û berhevkirina dahatê. Lê ew tiştekî nakin. Hikûmetê hemû dahatên ne-petrolê daye sektora taybet; di nav de elektrîk, tenduristî, av û hemû sektorên din. Wekî din, dahatên petrolê sifir in û ew 50,000 bermîl petrolê didin da ku benzînê erzantir bikin. Lê em dibînin benzîn çiqas biha bûye. Ji ber ku 50,000 bermîl didin şîrketên taybet ên wekî Lanaz û Kar, beşek jî didin rafineriyên neyasayî. Ev hikûmet guh nade qanûnê û li gorî dilê xwe tevdigere.”
Di dawiyê de, Xalib Mihemed têkildarî statuya niha ya Herêma Kurdistanê ev tişt got: “Êdî Herêm nemaye. Herêma Kurdistanê tê wateya destûr û pabendbûnê. Lê evane nemane. Dewletên derdorê dixwazin hikûmetekê ava bikin ji ber ku ev her du partî pir baş xizmeta wan dikin. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye navbera wan da ku hikûmetekê ava bike û ev desthilat bimîne. Ji ber ku gel vê yekê qebûl nake, ev desthilat tenê hêz e ku gelê xwe ji dagirkeran naparêze.”
Çavkanî: RojNews










