NÛPEL – Meclisa Ziman ya Şaredariya Peyasê bi armanca parastin, geşkirin û fermîkirina zimanê Kurdî ku di 21’ê Mijdara 2025’an de hatibû avakirin, îro kongreya xwe ya asayî lidar xist û rêveberiyek ku ji 5 kesan pêk tê hilbijart.
Meclîsa ku ji hemû xebatkarên yekîneyên şaredariyê û nûnerên saziyên zimên pêk tê, kongreya xwe ya asayî li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart. Berî hilbijartinê xebatên Meclîsa Ziman ku ji roja hatibû damezrandin heta îro wek raportekê hat xwendin. Piştî xwendinê ji bo rêbeberiya nû hilbijartin pêk hat û 5 kes hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ji van kesan pêk tê; Remziye Îzcî, Cebelî Akyol, Rengîn Sansarkan, Mahmut Ozturk û Servet Denîz.
Piştî hilbijartinan dê rêveberiya nû di nava xwe de Hevserokan hilbijêrin û dest bi xebatên xwe bikin. Tê payîn ku Meclîsa Ziman û Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya şaredariya Peyasê, xebatên hevpar hem li navçeya Peyasê û hem jî li di nava şaredariyê de di warê ziman de bi hev re bimeşînin.









