Li Mêrdînê şewata zeviyan: TOMA û tîmên agirkujiyê mudaxele dikin

NûçeXweza

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê şewata zeviyan derket û bi bandora bayê belavî qadên daristanî bû. Tîmên agirkujiyê ji bo kontrolkirina şewatê ya ku nêzîkî cihên niştecîhbûnê dibe, bi hemû hêza xwe dixebitin.

Li gundê Dokanê yê Qoserê, bi sedemeke ku hêj nayê zanîn, şewata zeviyan dest pê kir. Agirê ku bi bandora bayê zû belav bû, derbasî qadên daristanî jî bû.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê, Midûriyeta Daristanan, polîs û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji ber ku agir nêzîkî cihên niştecîhbûnê dibû, li gel wesayîtên agirkujiyê, wesayîtên mudaxeleyî bûyerên civakî (TOMA) jî ji bo vemirandina agir destekê didin.

Mudaxeleyî şewatê ji aliyê tîman ve bi awayekî koordîneyî berdewam dike.

Bavê Narîn Guranê: Darizandin pir bi lez hat kirin da ku dosye bê girtin
Donald Trump: Îranê bi teftîşên nukleerê yên bêsînor razî bûye

Nûçeyên Sereke