NÛPEL – Beriya Lûtkeya NATO’yê ya ku dê di 7-8’ê Tîrmeha 2026’an de li bajarê Enqere yê Tirkiyeyê were lidarxistin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê nameyeke vekirî parve kir.
Birêz Balyozan,
Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), em vê nameyê dinivîsin da ku beriya Lûtkeya NATO’yê ya li Enqereyê, bala we bi lezgînî bikşînin ser pêvajoya diyalogê ya ku ji bo gihiştina aştiyeke dadmend û mayînde di navbera Abdullah Ocalan, tevgera kurd û dewleta tirk de dewam dike. Weke endameke stratejîk a NATO’yê, pêşhatên li Tirkiyeyê bandoreke xwe ji sînorên wê wêdetir nîşan didin. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk, dê aramiyê li Tirkiyeyê xurttir bike û beşdariyê li ewlehiya herêma berfirehtir bike.
Di demekê de ku Sûriye, Iraq û Îran bi nezelaliyek û pevçûnên kûr re rû bi rû ne, pêvajoya diyalogê ya li Tirkiyeyê fersendeke nadîr pêşkêş dike. Ger rê li ber pêşveçûna wê ya bi wate were vekirin, ev dikare beşdariyê li Tirkiyeyeke aram û demokratîktir bike û bi taybetî li ser Rojava ya li Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya li Iraqê, alîkariya kêmkirina rageşiyên li herêma berfirehtir bike. Pirsgirêka kurd a ku nehatiye çareserkirin, li navenda gelek pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên ku bandorê li herêmê dikin, cih digire.
Aliyê kurd, gelek caran pabendbûna xwe ya bi çareseriya siyasî û muzakereyan nîşan daye. Banga Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de ya ji bo danîna çekan û belavbûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), firsendeke dîrokî ji bo aştiyê afirandiye û ev yek bi gavên şênber ên weke agirbesta yekalî û dawîanîna li têkoşîna çekdarî hatiye şopandin. Birêz Ocalan ku ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê rewa tê qebûlkirin û di muzakereyên aştiyê yên salên 2013-2015’an de roleke navendî lîstiye, ji bo aştiyeke bi rûmet û bibandor weke muhatabê sereke dimîne. Lê belê ji bo ku muzakere bi ser bikevin, pêwîst e aliyê kurd jî karibe di şertên wekhev de beşdar bibe. Gihîştina bi Birêz Ocalan re ku bi berdewamî tê astengkirin û domandina tecrîda li ser wî, bi pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer re ne lihevhatî ye.
Aştiyeke dadmend û mayînde ya li Tirkiyeyê, dê ne tenê welat ji hundir ve xurt bike, her wiha dê xizmeta berjewendiyên ewlehiyê yên berfirehtir ên welatên din ên endamên NATOyê jî bike. Ev yek dê metirsiya ji nû ve destpêkirina şer û koçberiyê kêm bike, zexta li ser tevgerên penaberan ên ber bi Ewropayê ve sivik bike û alîkariya şikandina radîkalîzma berfireh a ku ji ber şer û bêaramiyên li herêmê derdikeve, bike.
Lewma, dema hûn xwe ji bo lûtkeya li Enqereyê amade dikin, em bang li welatên endamên NATO’yê dikin ku şertên pêwîst ên ji bo pêvajoyeke aştiyê ya cidî û serkeftî piştgirî bikin. Em bi taybetî bang li rêberên welatên endamên NATO’yê dikin ku di warên jêrîn de piştgiriyê bidin:
Şopandin û domandina pêvajoya diyalogê ya di navbera dewleta tirk û tevgera kurd de;
Bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û avakirina şertên yasayî yên ku rê bide wî ku bi awayekî azad û bi bandor tev li diyalogê bibe;
Avakirina çarçoveyeke demokratîk û yasayî ji bo naskirina mafên bingehîn ên kolektîf ên gelê kurd li Tirkiyeyê; û
Nêzîkatiyeke siyasî ya ku aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê weke beşdariyeke ji bo aştî û aramiya herêmî ya berfirehtir dibîne.
Aştiyeke dadmend û mayînde ya di navbera dewleta tirk û gelê kurd de, dê Tirkiyeyê xurt bike, rageşiyên li Rojhilata Navîn kêm bike, metirsiyên koçberî û radîkalîzmê kêm bike û dê beşdariyê li berjewendiyên ewlehiyê yên demdirêj ên Îttîfaqê bike.
Ji bo baldarî û têgihiştina we spas dikin.
Bi rêz û hurmet,
Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)










