Romana Burhan Sonmez a bi navê Neynika Sor ji weşanên Avesta derket!

NÛPEL – Pirtûka romanê ya Burhan Sonmez a bi navê Neynika Sor ji weşanên Avesta derket.

“Gelo ev neynik bi efsûn e?” min pirsî. “Ma neynikên din di hundirê wê de veşartî ne?”

“Her neynik xwedî sêhrek e,” wê got. “Ji ber vê yekê divê her kes neynikek xwe hebe, neynikek ku her tim bi xwe re bigerîne.”

“Neynika Sor”, romaneke li ser bîranîn, mirin û bendewariyê ye; li ser wê kêliya ku mirov di navbera xewn û hişyariyê, rastî û xeyalê, jiyan û mirinê de dimîne. Roman, wek keştiyekê di nav mijê de, xwendevan dibe û di deryayên tarî yên hafizeyê de digerîne.

Burhan Sönmez, serokê PENa Navneteweyî ku berhemên wî bo nêzîkî pêncî zimanî hatine wergerandin, piştî nivîsandina pênc romanên bi zimanê tirkî, dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kir. “Neynika Sor” romana duyemîn e ku wî bi kurdî nivîsiye.

BURHAN SONMEZ KÎ YE?

Burhan Sönmez li Heymaneyê hatiye dinyayê. Ew serokê PEN Internationalê û endamê Akademiya Zanîngeha Cambridgeê ye. Romanên wî bo ji 50 zimanî zêdetir hatine wergerandin û gelek xelat wergirtine, wekî: Xelata Hemingway, Xelata Vaclav Havel, Xelata Wêjeyê ya EBRD, Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavi û Xelata Romanê ya Orhan Kemal.

Sönmez, mezûnê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê ye. Dema ku wekî parêzerekî mafên mirovan dixebitî, di êrişeke polîsan de bi giranî birîndar bû. Ji ber sedemên siyasî çû Brîtanyayê û li navenda dermankirina qurbaniyên îşkenceyê ya Freedom from Torture li Londonê, dermankirina demdirêj wergirt û çend salan di sirgûnê de jiya.

Wî di juriyên gelek çalakiyan de cih girtiye, di nav wan de Xelata Inge Feltrinelli, Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê û Xelata Navneteweyî ya Hrant Dink hene. Herwiha wî ji bo çapemeniya wekî La Repubblica, Der Spiegel û The Guardianê nivîsandiye. Piştî pênc romanên bi zimanê tirkî, ew vegeriya ser zimanê dayikê û dest bi nivîsandina bi kurdî kir.

Neynika Sor

Burhan Sonmez

Roman

ISBN: 978-625-5535-56-6

Rûbar: 13×19.5, 208 rûpel

Van jî bibîne

 

Nameyeke Vekirî ji bo Serokên Dewlet û Hikûmetên Welatên Endamên NATO’yê
Şaredariya Peyasê hejmara Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê zêde dike

Nûçeyên Sereke