NÛPEL – Hunermend Ferhat Tunç ku dibêje strana wî ya nû “çîroka dostaniyeke 20 salî” ye, got: “Ez hesreta welat dikşînim, lê bi dehan hevalên me yên li pişt hesinî jî heman hesretê dikşînin. Bi hunerê re gotina ‘tu nehatî jibîrkirin’ ji kesekî li girtîgehê re, gelekî girîng e.”
Hunermend Ferhat Tunç, strana xwe ya nû ku gotin û muzîka wê ya wî ye, ragihand. Strana bi navê “Dostum” (Dostê min) ku ji bo Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ê ku ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtî ye hatiye amadekirin, di 19’ê Hezîranê de li gelek platformên muzîkê cih girt. Di klîba stranê de, cih li ser dema girtina Demirtaş û dîmenên wî yên ku bi îstîxbarata sûnî hatine zindîkirin, hat girtin.
ÇÎROKA STRANÊ VEGOT
Tunç derbarê berhema xwe ya nû de axivî û diyar kir ku stran ji hesteke kesane derketiye lê derî ji bo bangeke polîtîk jî vekiriye. Tunç ku stranê wekî “kurteya çîroka dostaniyeke 20 salî” pênase dike, wiha got: “Selahattîn Demirtaş 10 sal in di girtîgehê de ye. Têkiliya me ya bi wî re diçe salên pir kevn. Min ew beriya ku tevlî siyaseteke çalak bibe û dema ku parêzerekî ciwan bû nas kiribû. Ji wê rojê ve rêya me ya bi Demirtaşê hêja re qet ji hev qut nebû. Tevlîbûna min a ji bo siyaseteke çalak di serdemekê de bi israra wî bû. Di 2011’an de li Dersîmê herî zêde wî dixwest ku ez bibim namzetê parlementeriyê. Dîsa di 2018an de ji bo ez li Aydinê bibim namzet, ji girtîgehê bi rêya parêzeran xeber şand.”
Tunç anî ziman ku ji ber dozên li dijî wî hatine vekirin 7 sal in li Ewropayê di sirgûnê de ye û got: “Ez hesreta welat dikşînim, lê bê guman bi dehan hevalên me yên li pişt hesinî, di serî de Serok Selahattîn, heman hesretê dikşînin. Berhema ‘Dostum’ jî ji vir hat dinê. Min xwest deynê wefayê bikim nota. Dostanî û wefa ne tenê ji bo gotinê tê gotin. Ji ber ku em ne di têkoşîneke demkî de, em di nava têkoşîneke mafdar û dozeke bi rûmet de ne. Her yek ji hevalên min ên li girtîgehê ji bo min pir bi qîmet e. Selahattîn îro ne tenê kesekî ku gelên Tirkiyeyê, her wiha bi helwest, wêjeya xwe û têkoşîna xwe ji aliyê cîhanê ve tê şopandin e. Berhema ‘Dostum’ ji bo wî hat nivîsandin, lê ji bo hevalên me yên li pişt hesinî jî bû silavek. Ji ber vê yekê, jidayikbûna vê stranê ji bilî hesreteke kesane, di heman demê de bangeke ‘li ba min be’ ye.”
Tunç bi gotina “Li Tirkiyeyê tişta ku em jê re dibêjin dostanî, polîtîk e” axivî û wiha dewam kir: “Wekî mirovekî muxalifê sîstemê, gotina ‘dostê min’ ji kesekî re, rûniştina li heman sifreyê, têkoşîna bi heman armanc û hestan, wekî sûc tê dîtin. Ji ber vê yekê hafizeyeke polîtîk heye ku ev dostanî xwe dispêrin wê.”
‘ELEQEYA GEL HÊRSA MIN A HUNERÎ KÊL DİKE’
Tunç diyar kir ku hunera muxalif di pêvajoyên dijwar de xurt dibe û vediguhere “sengehereke ku hêviyê mezin dike” û got: “Her çendî dûrmana ji welat di 7 salên dawî de dezavantajên xwe hebin jî, min dît ku ez bi deng û stranên xwe hêviyê didim gelê xwe. Hîskirina eleqe û hezkirina gel ji dûr ve, hêrsa min a hunerî kêl dike, min ber bi xebateke zêdetir ve dibe. Em wekî hunermendên wê erdnîgariyê neçar in vê bikin. Desthilatdar dixwazin we bêdeng bikin û manîpûle bikin. Heya ku dikarin bitirsînin, ditirsînin. Rastiya ku huner hundir û ruhê mirov diguherîne keşf dikin. Ji ber vê yekê timî qedexeyan tînin. Lê huner xwe wekî pêşîniya xwe dibîne ku di hafizeyê de biqelîne. Bi vî alî ve, bi hunerê re gotina ‘tu nehatî jibîrkirin’ ji kesekî li girtîgehê re, ‘tu ne tenê yî’ ji yê li sirgûnê re, gelekî girîng e.”
‘HUNERMEND DIVÊ IKLÎMA TIRSÊ BELAV BIKE’
Tunç amaje bi Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna welat kir û got: “Ez dixwazim diyar bikim ku ez qîmeteke mezin didim pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin. rawestana vê pêvajoyê ya di demên dawî de û derengmayîna gavên ku divê bên avêtin, pirsgirêke gelekî girîng e ku li hemberî me ye. Pêvajoyên aştiyê timî bi jibîrkirin û jibîrkirinê birîndar dibin. Bi vî alî ve, hunermend di mijara bibîrxistina berdêla di rabirdûyê de hatiye dayîn, roleke mezin digire ser xwe. Ji ber ku gava em ji bîr dikin, em di avakirina aştiyê de zehmetiyan dikişînin. Huner divê hafizeyê zindî bihêle da ku pêvajo nebin qurbanê hewesên rojane û êrîşan. Sirri Sureyya Onder her dem tekez dikir ku aştî ne hêsan e. Ji ber ku Sirri jî hunermend bû. Aştî, rêyeke nazik e û gavên wê dereng dikevin. Ji ber vê yekê, hunermend divê iklîma tirsê belav bike. Li hemberî yên dibêjin ‘nabe’, divê bibêje ‘dibe’ û hêviyê bike. Ger desthilatdar gav neavêje, divê hunermend bi saz û gotina xwe vê têkoşînê mezin bike. Hunermend divê bi zimanekî ku piran ava dike li hemberî zimanê ku dîwaran ava dike derkeve holê. Divê hemû gelan vexwîne nava heman stranê.”
‘DIVÊ EM BIBIN DENGEKÊ KU MIROV QENAETÎ AŞTIYÊ BİKE’
Tunç bi gotina “Pêvajoya aştiyê ne tenê sifreya siyasetmedaran e, di heman demê de sifreya gel e jî” tekez kir û wiha domand: “Huner divê wê sifreyê deyne. Gelo hunermend vî rolî wekî ku divê pêk tînin? Erê, hevalên me hene ku keda xwe didin vê pêvajoyê, pênûs û saza xwe li ser aştiyê datînin. Lê em dikarin bibêjin bi qismî. Lê em hewceyî deng û wêrekiyeke zêdetir in. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin a li hemberî me, rawestana pêvajoyê û derengmayîna gavên ku divê bên avêtin e. Ger hunermend di wê valahiyê de neaxive, dê bibe dengê kesê din ku diaxive. Hunermend di vê pêvajoyê de ne divê bibe alîgirê çepikan, divê bibe hêza ajokar a vê pêvajoyê. Divê bibe dengekê ku hikûmetê neçarî avêtina gavan dike, civakê bi awayekî qenaetî aştiyê dike. Ji ber ku tu kesê ku li Tirkiyeyê dijî, bi taybetî gelê kurd, divê vê derfetê ji dest bernede. Em bi salan e ji welat dûr in û di nava hesreteke de ne. Em ji vir dişopînin; gelek hunermend li Kurdistanê konserê didin, ez bi kêfxweşiyeke mezin wan temaşe dikim, ez di nava kelecaneke mezin de me ku heman tiştan bijîm. Tişta ku vê mumkun bike, ne têkçûna vê pêvajoyê ye. Ji bo vê jî divê em hemû destê xwe ji çi tê, bikin. Me bi salan e gelek derfetên awarte bi dest xistin û di nava têkoşîneke gelekî giran de bûn. Mixabin ew derfet timî hatin windakirin û berdêla wê jî gelekî giran bû. Ji ber vê yekê ne tenê li girtîgehan, di diyasporayê de jî bi hezaran hevalên me mehkûmî jiyana sirgûnê bûne. Hêvîdar im ev dawî lê bê û em zû bi zû li welat bi gelê xwe re dîsa hembêz bibin.”
Çavkanî: MA / Roza Arpa










