🔴Koma alîgirên Amedsporê Barîkat Stenbol li ser pira Fatîh Sûltan Mehmetê ya Stenbolê ala Amedsporê daliqandin.
NÛPEL – Piştî şampiyontiya Amedsporê, ji her çar parçeyên Kurdistanê û gelek navendên Tirkiye û cîhanê, bi milyonan welatî hê jî serkeftina Amedsporê pîroz dikin.
Ev dîmenên ku hûn dibinin, li Stenbolê li ser pira Fatîh Sultan Mehmet in.
Koma alîgirên Amedsporê Barîkat Stenbol bi boneya şampyoniya Amedsporê, li ser pira Fatîh Sûltan Mehmetê ya Stenbolê ala Amedsporê daliqandin û dîmenekî xweşik û balkêş bi vê yekê re derket holê.
Amedspor Lîga 1’emîn bi serkeftî temam kiribû û di dîroka xwe de cara yekem derket Lîga Superê ku ev yek ji aliyê jin, ciwan, kal û pîran ve bûbû coşeke neteweyî.
/Çavkani: nucetv.net/










