NÛPEL – Portekîz û Komara Demokratîk a Kongoyê di yekem lîstika Koma K-yê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026’an de 1-1 man. Ev encam bû sedem ku Komara Demokratîk a Kongoyê di dîroka Kûpaya Cîhanê de yekem xala xwe bi dest bixe, her du tîman jî turnuva bi 1 xalê vekirin.
Di yekem lîstika Koma K-yê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026’an de Portekîz û Komara Demokratîk a Kongoyê hatin hemberî hev.
Mücadeleya ku li Stada Houstonê ya li DYA’yê hat lîstin, bi encama 1-1 bi dawî bû.
Gola Portekîzê di deqîqeya 6’an de ji aliyê Joao Neves ve hat tomar kirin. Gola ku wekheviyê ji bo Komara Demokratîk a Kongoyê anî jî di deqîqeya 45+5’an de ji aliyê Yoane Wissa ve hat avêtin.
Di nîvê duyem ê lîstikê de gol nehat avêtin û her du tîman jî turnuva bi 1’er xalê dest pê kirin.
Bi vê encamê re, Komara Demokratîk a Kongoyê di dîroka Kûpaya Cîhanê de yekem xala xwe bi dest xist.
Portekîz di maça xwe ya din a Kûpaya Cîhanê de wê di 23’yê Hezîranê saet 20:00’an de li hemberî Ozbekistanê bilîze.
Komara Demokratîk a Kongoyê jî wê di maça xwe ya din de di 24’ê Hezîranê saet 05:00’an de bi Kolombiyayê re rû bi rû bimîne.










