NÛPEL – Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Spor û Çandê ya Peyasê, ku ji aliyê Şaredariya Peyasê û Komeleya “Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in” ve hatibû organîzekirin, 3 rojan berdewam kir. Di vê hevdîtinê de ciwanan derfet dîtin ku di atolyeyên ekolojî, jineolojî, spor, lîstikên kevneşopî yên Kurdî, şahiyên muzîkê, meşên di nav xwezayê de û gelek çalakiyên din ên jiyanî de beşdar bibin.
Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê û Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî yên Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Komeleya “Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in”, bi şîara “Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve” ev hevdîtin lidar xistin. Armanca bingehîn ew bû ku bi rêya spor, çand, hevgirtin û jiyana hevpar ciwanan bînin gel hev.
Hevdîtin bi konsereke vekirinê ya bi beşdariya Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier, Simyager, Dengbêj Hediye û Berkenzer dest pê kir.
Lîstikên kevneşopî yên Kurdî
Di roja duyem de ciwanan bi spora serê sibê û taştê dest pê kirin. Di nav rojê de sporên wekî voleybol û voleybola peravê hatin lîstin. Her wiha lîstikên kevneşopî yên Kurdî yên wekî Sêgav û Darqîtik hatin lîstin û ev lîstikên ku di bîra çandî ya gel de cihekî girîng digirin, bi kelecaneke mezin hatin vejandin.
Spor û Panelên ekolojî, jineolojî û kursiya vekirî
Di heman rojê de panelên ekolojî û jineolojîyê hatin lidarxistin. Di panela ekolojiyê de li ser bandorên civakî yên krîza ekolojîk, berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî, avakirina jiyaneke ekolojîk, demokratîk û domdar, komûnên ekolojî û texrîbatên polîtîkayên dewletê yên li ser xwezayê hate nîqaşkirin.
Di panela jineolojiyê de jî li ser wekheviya zayendî, xuyabûna keda jinan, perspektîfa jineolojiyê û rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de nirxandinên kûr hatin kirin. Her wiha atolyeyên li ser azadiya jinan û wekheviya zayendî hatin lidarxistin.
Di foruma vekirî de jî ciwanan serpêhatiyên xwe parve kirin û li ser pêdiviyên civakî, çandî û şêweyên jiyana demokratîk, azad, wekhev nîqaş kirin.
Êvarê jî li Parka 75an performansên muzîkê ya ciwanan bi xwe amade kiribûn hatin lidarxistin. Ciwanan bi hev re stran gotin û govend gerandin, rûhê hevgirtin û hevaltiyê xurt kirin.
Meşeke dîrokî û xwezayî û roja xatirxwestinê
Roja dawî bi temamî ji dîrok û xwezayê re hate veqetandin. Ciwanan serê sibê zû beşdarî gera çandî ya li navçeya Sûrê ya dîrokî û Baxçeyên Hewselê bûn. Piştî meşê, li Navenda Çandê ya Amargiyê bi hev re taştê xwarin.
Hevdîtina sê rojî ya ku çand, hişmendiya ekolojîk û dînamîzma ciwanan derxist pêş, bi oxirkirina ciwanên ku ji navçe û derveyî bajêr hatibûn, bi dawî bû.










