NÛPEL – Li bajarê Gelsenkirchenê yê Almanyayê, 4emîn Festîvala Şêwekariyê ya Efrînê bi dirûşma “Çiyayê Kurmênc, kaniya hunerê” deriyên xwe vekirin.
Di festîvalê de reng, muzîk û hesreta Efrînê gihîştin hev.
Huner û penaberî gihîştin hev
Yek ji wan hunermendên ku neçar maye warê xwe li dû xwe bihêle şêwekar Îdo Hisên e; lê wî jî Efrîn di dilê xwe de aniye Almanyayê.
Şêwekar Îdo Hisên diyar kir ku ew di berhemên xwe de nîşan dide bê ka penaberî û huner çawa di xaleke hevpar de digihîjin hev.
Hunermendên ku nekarîbûn vegerin ser axa xwe, di vê festîvalê de nasname û çanda xwe ji windabûnê diparêzin. Ev xebat hewldanek e ku nîşan dide: “Hunera Efrînê nayê bêdengkirin.”
Birêvebira festîvalê Nisrîn Serxweşî li ser vê xebatê axivî û got: “Me li vê derê Efrîneke piçûk ava kiriye.”
Karsaz û saziyên Kurd ên li Almanyayê, bi piştgiriya xwe bûn milê vê xewnê.
“Huner li kû derê be, welat jî li wir e”
Sponsorê vê festîvalê Eyhem Khedir jî anî zimên ku ew ji bo vê xebatê gelekî dilxweş in. Ji bo avakirina piran a di navbera çandan de û zindîhiştina çanda Kurdî, piştgiriya dîasporayê gelekî girîng e.
Her çend hunermend ji warê xwe dûr bin jî, kaniya hunera Çiyayê Kurmênc li dîasporayê her û her diherike.
Çavkanî: Rûdaw










