Matematîkzanê ku Sê Kûpayên Dawî Rast Zanîbû, Favoriyê Xwe yê Nû Got

CîhanSpor

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Matematîkzanê Alman ê ku sê turnûvayên dawî rast zanîbû, şampiyonê Kûpaya Cîhanê ya 2026’an aşkere kir

Bi tenê çend roj beriya destpêkirina Kûpaya Cîhanê ya 2026’an, matematîkzanê Alman Joachim Klement, ku bi texmînkirina rast a sê şampiyonên dawî yên Kûpaya Cîhanê tê naskirin, pêşbîniya xwe ya nû aşkere kir.

Berî turnûvaya ku dê bi mazuvaniya Meksîka, DYA û Kanadayê bê lidarxistin, tevî ku Îspanya, Fransa û Îngilistan di nav favoriyan de tên nîşandan jî, modela Klement balê dikişîne ser encameke surprîz.

SÊ KÛPAYÊN DAWÎ RAST TEXMÎN KIR

Texmînên Joachim Klement di cîhana futbolê de bi baldarî tên şopandin. Matematîkzanê Alman, berê rast texmîn kiribû ku di sala 2014’an de Almanya, di 2018an de Fransa û di 2022’yan de Arjantîn dê Kûpaya Cîhanê qezenc bikin. Ji ber vê yekê, pêşbîniya wî ya ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2026’an jî rastî eleqeyeke mezin tê.

Favoriyê wî kî ye?

Li gorî modela Klement, Hollanda dê kûpayê hilde. Hollanda ku tevî yek ji tîmên herî bihêz ên futbola cîhanê ye jî heta niha Kûpaya Cîhanê qezenc nekiriye, bi vî awayî dê di dîroka xwe de bigihîje şampiyoniya yekem.

Li gorî matematîkzan, Hollanda dê di nîv-fînalê de Îspanyayê pûç bike (tasfiye bike) û di fînalê de jî dê tîma Cristiano Ronaldo, anku Portekîzê têk bibe û bigihîje serkeftinê.

Dîsa jî bihişyar e…

Li aliyê din, Klement li hemberî modela xwe pir bihişyar nêzîk dibe.

Matematîkzanê ku ji Der Spiegelê re axivî, diyar kir ku dema dîtiye texmîna wî ya Kûpaya Cîhanê ya 2014’an rast derketiye ‘tirsiyaye’. Li gora wî, şaş e ku mirov vê modelê bêkêmasî bibînin.

Klement anî ziman û got, “Ji ber ku min sê caran li pey hev rast zanî, mirov êdî difikirin ku ev model binketinebexş e.”

“BI PARÊN MEZIN REHÎDÊ (BAHÎSÊ) NEYNÊN”

Klement her weha tekez kir ku nabe texmînên wî wekî encamên teqez bên dîtin.

Matematîkzanê ku destnîşan kir ku gelek faktorên nenas hene ku encama maçê diyar dikin, got ku forma tîmê, biryarên hakem û faktora şansê her dem dikarin encamê biguherînin.

Di nirxandina xwe ya ji bo ESPN’ê de, wî texmînkirina şampiyonê Kûpaya Cîhanê şiband “lîstina pîyangoyê” û anî ziman ku kesên ku texmînên wî wekî rastiyeke teqez qebûl dikin “ji alîkariyê bêpar in”.

JI BO TARAFTARÊN ÎNGILISTANÊ NÛÇEYA XIRAB 

Modela Klement ji bo Îngilistanê hêviyê nade.

Li gorî texmînê, Îngilistan a di bin rêveberiya derhênerê teknîkî Thomas Tuchel de, dê di nîv-fînalê de li hemberî Portekîzê tu hacetî nebîne (wenda bike) û xatirê xwe ji kûpayê bixwaze. Her çend Portekîz derkeve fînalê jî, dê di astengiya dawî de li hemberî Hollandayê winda bike.

Ger modela matematîkzanê Alman careke din rast derkeve, Hollanda dê surprîza herî mezin a Kûpaya Cîhanê ya 2026’an bike û di dîroka xwe de yekem car bibe şampiyona cîhanê.

Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ Bi Dawî Bûn
Kriz li CHP’yê: 28 endamên PM’ê îstifa kirin, rê li ber kurultayê vebû

Nûçeyên Sereke