Pizîşkiyan: Amerîka Dixwaze Gelê Îranê Xwe Radest Bike

CîhanNûçe

NÛPEL – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bertek nîşanî polîtîkayên Washingtonê da û ragihand ku welatê wî li hemberî zextan serî natewîne. Di heman demê de, tevî îdîayên li ser civîneke nû ya li Pakistanê, Wezareta Karên Derve ya Îranê her cure danûstandin red kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, bi peyameke tund bersiva rayedarên Amerîkayê da. Pizîşkiyan destnîşan kir ku bingeha her gotûbêjê “pabendbûna bi sozan e” û Amerîka bi şêweyekî “neavaker” tevdigere.

‘Gelê Îranê Serî Natewîne’

Pizîşkiyan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de diyar kir ku li Tehranê li hemberî Washingtonê “bêbaweriyeke kûr a dîrokî” heye. Serokkomarê Îranê got:

“Amerîkayî dixwazin gelê Îranê xwe radest bike, lê gelê Îranê li hemberî zordariyê serî natewîne. Rêbaza ku rayedarên Amerîkayê di van rojên dawî de girtine ber, hilgirê peyameke tehl e.”

Îdîaya Civîna li Pakistanê û Mercê Qalîbaf

Ev daxuyaniyên Pizîşkiyan piştî nûçeyeke rojnameya New York Timesê hatin ku balê dikşîne ser hewildanên nû yên dîplomatîk. Li gorî nûçeyê:

Îran amadekariyê dike ku şandeyekê bişîne paytexta Pakistanê, Îslamabadê.

Tê gotin ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dê serokatiya vê şandeyê bike.

Mercê Qalîbaf: Serokê Parlamentoyê şert daniye ku tenê di rewşa beşdarbûna Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance de ew ê tevli danûstandinan bibe.

Wezareta Karên Derve Red Kir

Tevî van îdîayên navneteweyî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyeke fermî nûçe derewand pê derxistin. Berdevk ragihand ku di navbera her du welatan de ti bawerî nîne û di rojeva wan de ti plan an bernameyeke ji bo gera nû ya danûstandinan ligel Amerîkayê tune ye.

/Çavkanî: Rûdaw/

Trump li ser Bernameya Nukleerî ya Îranê û Operasyona “Çakûçê Nîvê Şevê” Daxuyanî Da
CENTCOM: Rê li ber 27 keştiyên Îranê hat girtin

Nûçeyên Sereke