Hogir Berbir: Di Navbera Nirx, Ked û Fedakariyê de Helwest û Pîvanên Civakî

Nîvîskar

NÛPEL – Di wêjeya siyasî, civakî û sosyolojîk de têgeha “xwedî nirx, ked û bedel” ne tenê bi rijandina xwînê, dayîna xwêdanê û windahiyan tê pênasekirin; ev têgeh di heman demê de encama ked û bedeleke giran e ku bi hewldaneke mezin tê bidestxistin. Bi gotineke din; nirx, ked û fedekarî ne tenê helwesteke yekalî ye, lê belê mafekî exlaqî û civakî ye ku ji encama ked, xwêdan û têkoşîneke biarmanc dertê holê.

Di warê sosyolojîk, exlaqî û aborî de, têkiliya di navbera maf û rêbaza têkoşîna civakî de li ser bingeha “fedakariyê” radiweste ku danûstendineke adil di navbera ked û destkeftiyan de pêk tîne. Ger danûstendineke wiha çênebe an jî li hemberî kedê destkeftiyeke berbiçav an sembolîk peyda nebe, wê demê ev têgeh wateya xwe ya klasîk winda dike û vediguhere bedeldayîneke bêbingeh. Helwesteke wiha jî, li gorî gotina pêşiyan, dikeve nav qalibê “taba xelef, çû ber telef”.

Yek ji aliyên herî bingehîn ên tevgerên neteweyî ew e ku meşrûiyeta xwe ya dîrokî, bi derbasbûna ji tunebûnê ber bi hebûnê ve, di nav zehmetiyên herî dijwar û êşbar de bi bedelên giran ava dikin. Bi taybetî ji bo tevgerên azadîxwaz, vegotina “nirx, ked û fedakariyê” dibe hêmaneke bingehîn a nasnameyê û di heman demê de wekî amûreke îdeolojîk a seferberiyê tê bikaranîn. Ev têgeh, her ku teqezî li ser fedakariyê dike, hewl dide armanca xwe ya pîroz pêk bîne.

Lê belê di salên 1970-1980’yî de, bi taybetî di dema darbeyên leşkerî de, pirsgirêkeke krîtîk li ser van hêmanan derket holê. Gelek rêxistinên ku bi salan têkoşîn dabûn, negihan armancên xwe yên destpêkê û wateya fedakariyê winda kirin. Ev rewş di bîra civakê de êşeke mezin û bêderman hişt û encamên rûxîner li pey xwe qewitandin. Tenê ew hêzên ku xwe li ser hêmanên bingehîn ên nirx û kedê rêxistin kirin, karibûn li hemberî darbeyê li ser piyan bimînin.

Li vir hîşmendiya pîroziyê ket dewrê. Ji aliyê sosyolojîk û îdeolojîk ve, vê hîşmendiyê her tişt tarûmar kir û fedakarî veguherand mertalekî zindî û kozikeke parastinê ya “destnedayînê”. Gava nirx û ked bi pîroziyê re hatin girêdan, mekanîzmaya parastinê ya bihêz bi zexteke derûnî her tişt xist bin bandora xwe. Mirov ne tenê dikeve bin bandora vê ramanê, lê di heman demê de dibe dîlê vegotina pîroziyê jî. Bi demê re ev yek bû xelekeke mezin û rêçeke bêdawî.

Di vê çarçoveyê de fonksiyonên bingehîn bi pênaseyên wekî “em xwediyê gerîla, şehîd û girtiyan in” hatin avakirin û bandoreke kûr li qada hestyarî û exlaqî ya civakê kirin.

• Têgeha “şehadetê” bandor li hestên exlaqî kir,

• “Gerîla” mîtolojiya lehengiyê afirand,

• “Girtin” jî bi rêya mexdûriyetê şoreşê romantîze kir.

Dema ku ev têgeh li hev civiyan, qadeke pîroz afirandin ku rexnekirina nirx û bedelê di nav de pir zehmet bû. Bi vî awayî, tevgera şoreşger bi argumanên hestyarî yên ku zexta rasyonel dişkînin derket pêş û asta fedakariyê ji nû ve hilberand. Ev yekê agirê têkoşînê xurtir kir.

Lê aliyê din ê mijarê jî heye: Kesên ku ne xwediyê van nav û sembolên mezin bûn jî bi her awayî bandora şer dîtin; gund, mal, kar û jiyana xwe winda kirin û di bin navê “welatparêziyê” de cihê xwe di nav têkoşînê de girtin. Di heman demê de, tebeqeya seyirvan û dûr jî di kozika parastinê ya pergalê de cih girt, mal û milk berhev kir û jiyana xwe di kêfê de derbas kir.

Di nav van hêmanan de derfeta qada legal derket holê. Pîvana ked û kedxwariyê di qada giştî de hate paşguhkirin û bi zimanekî nazik ev rewş veguherî “fedakariyeke” bêpîvan ku têkiliya wê bi sosyolojiya civakê ya şoreşê re qut bû. Vê hîşmendiyê jîngeheke wiha afirand ku her çend bi kedê hatibe avakirin jî, bi ramanên desthilatdarî û cihêkariyê yên di nav qalibê wekhevî û parvekirinê de hatine veşartin, têkoşîna çekdarî çend salan bi paş de xist.

Bi gotinên wekî “me gelek şehîd dan, êş kişand, tekane rê ev e” ev rewş hate meşrûkirin û wekî rêya yekane bû sedema qebûlkirina rêbazên pergala serdest. Windahî û ked veguherin amûreke exlaqî ku her rexneyeke li ser pêşerojê bitepisîne. Mirov ketin bin tirs û bêrêziya li hemberî bîranînan; daku dudilî nemînin, di hundirê xwe de xwe kûrisandin û heta qedandinê çûn.

Bi vî awayî pirsên rasyonel ên wekî: “Ev hemû windahî û fedekarî ji bo çi ye? Çi da me û em ê çi bi dest bixin?” bêbersiv hatin hiştin an jî bi bersivên romantîk û dubare hatin ravekirin. Ev rewş bû sedema qeyraneke cidî ya meşrûiyetê. Fedakarî êdî ne li gorî mezinahiya xwe, lê belê li gorî encamên xwe yên berbiçav hate darizandin. Di dawiyê de, li şûna hesta “têkoşîneke bi rûmet”, hesta “hewldaneke pûç” di nav civaka welatparêz de xurt bû.

Ji aliyê sosyolojîk ve, gava tevgerên pîrozkirî ji pîvanên serkeftinê tên dûrxistin, dikevin nav qada hestên razber. Mirov li şûna ku bipirsin “em çi dikin?”, dikevin pêşbirkeke bêdawî ya “kê herî zêde êş kişandiye?”. Di vir de destkeftî dibe sedema dilsoziyeke hestyarî ya cihêkar. Mînaka wê ya îro ew e ku qadên fedakariyê veguherîne qadên rikberiyê û tebeqeyên xizan û zengînan afirandine. Piraniya kesên “xwedî nirx, ked û bedel” di nav xizaniyê de dimînin, lê hin “welatparêz” di nav zengîniyê de bûn xwediyê fêkiyên şoreşê û hîn jî jê dixwin. Ev dûbendî bi salan nehate nirxandin û bû sedema şikestineke mezin.

Pirsgirêka bingehîn ev e: Eger tevgera legal nikaribe ji bo mirovên fedakar jiyaneke wekhev û aboriyeke adilane biafirîne, nirxa fedakariyê vediguhere qeyraneke jiyanî û wekî bendavê li ber mirovan disekine. Ev, berpirsiyariya herî mezin e ku tevgera siyasî divê pê re rû bi rû bimîne; êşa rastîn hîs bike û rê li ber van dûbendiyan bigire. Wekî din, bîr û boçûnên pergalê gav bi gav bi destê “welatparêzan” û paşê jî bi destê “xwediyên nirx, ked û bedelan” dikevin meriyetê. Têkçûna şoreşê bêhemdî rewa dikin û xwediyên esîl ên têkoşînê bêberpirsiyar dihêlin.

Merheleya ku îro têkoşîna legal tê re derbas dibe, êdî di vî qalibî de nikare bersivên têrker bide. Fedakarî berê xwe diguherîne û dikeve pey jiyaneke ku encamên wê nayên pîvandin. Ev, barekî giran e li ser milên nifşên nû. Civakên ku di bin siya van têgehan de dimînin, dibe ku rojekê wekî volqanekê li dijî vê qada legal biteqin û encamên bêveger bînin holê. Wê demê giraniya “nirx, ked û bedeldayînê” wê pir erzan were nirxandin.

Di encamê de; dîrok di vê mijarê de bêrehm e, ew ê van êşan ji bîr neke û dengê ku pîroziyên heyî bêdeng dike, wê bi xwe re helak bike.

Hogir Berbir

 

 

 

Van jî bibîne

 

Kriz li CHP’yê: 28 endamên PM’ê îstifa kirin, rê li ber kurultayê vebû
Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

Nûçeyên Sereke