NÛPEL – Jinen ku li Dersîmê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan, diyar kirin ku zilamên tevlî gelek sûcan bûne hîn jî di wezîfeyên dewletê de ne û gotin, “Em ê li gel jin û xwendekarên ku li Dersîmê dijîn bin.”
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye û Platforma Jinan a Dersîmê, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku li bajêr li ser jin û ciwanan tên meşandin, li Meydana Sey Rîza daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi dirûşma “Gulistan, Rojwelat, Rojîn; Ji bo daxwaza edaletê ji bo jinên ku bi şîdeta mêr-dewletê hatine windakirin em li Dersîmê ne” hat lidarxistin û gelek jin tevlî bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Çi hat serê Gulistan, Rojwelat û Rojînê? Ji bo aştiyeke rastî, bila rûbirûbûna sûcên li derheqê jinan de çêbibe û kiryar bên darizandin” hat hildan. Her wiha dirûşmên “Jin şer naxwazin aşitî dixwazin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng nabin, em natirsin, em îtaat nakin” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê li ser navê înîsiyatîf û platformê ji aliyê Roza Kahya û Newroz Unverdi ve hat xwendin.
‘EV TOR JI KÊ PÊK TÊ?’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûbirûbûna rastî ya li hemberî sûcên li dijî jinan bingeha aştiyê ye û wiha hat gotin: “Tiştên ku anîn serê Gulistan Doku ne rûdaneke yekane ye. Parlamenterê AKP’ê Salim Ensarioglu di rojên borî de gotibû ku li zanîngehên taşrayê (bajarên piçûk) toreke organîze ya îstismara zayendî li dijî xwendekaran heye, polîs û leşker jî di nav de ne; û di nav van zanîngehan de navê Zanîngeha Mûzirî jî jimartibû. Duh jinekê ji me re got: ‘Di navbera rektorê berê yê serdema Gulistanê û yê niha de tu ferq tune ye. Dîsa bûyereke wisa çêbibe, dê dîsa dîmen bên jêbirin.’ Ev tora îstismara zayendî ya organîze ji kê pêk tê? Hîn jî ji aliyê kê ve tê parastin?”
SÛCDAR DI WEZÎFEYÊN DEWLETÊ DE JYANA XWE DIDOMÎNIN
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku navên kiryaran ne veşartî ne û hat gotin ku bi polîtîkayên bêcezakirinê kiryar tên xelatkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Cem Tekinoglu ku li Zanîngeha Mûzirî Serokatiya Daîreya Agahdariyê (Bilgi İşlem) kiriye, tê îdiakirin ku xwendekarên jin ên li zanîngehê dixwînin tehdît kirine û ew neçarî têkiliya zayendî ya bi wezîfedarên bilind ên cemeweriyê re kiriye. Tevî ku li ser vê yekê pêşniyazpirs hate dayîn jî, ser bûyerê hat girtin. Ev ne bes bû; wekî şêwirmendê Parlamenterê CHP’ê Cemal Enginyurt hat wezîfedarkirin. Em ji vir radigihînin; em ê dest ji gura vê dozê bernedin. Wekî ku em hîn bûne; Ahmet Zülfü Türkoğlu ku li zanîngehê mamoste ye û di çapemeniyê de nûçeyên tacîzê li ser wî derketine, ew jî li ser wezîfeya xwe ye. Dîsa, li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin, Îbrahim Ozer ê ku bi hinceta birina xwendekareke jin a ji bo yûrdê tacîz kiriye û piştî serlêdana xwendekarê ya ji bo KADES’ê û vekirina dozê hatibû girtin û cezakirin, tevî van hemûyan ji aliyê rektoriyê ve hatiye paqijkirin. Îlyas Kayaokay ê ku derbarê wî de giliyên tacîzkirina 95 xwendekaran hene û ev gilî heta Meclîsê jî hatine birin, bi heman polîtîkayên bêcezakirinê wekî ku bê xelatkirin hatiye kirin doçent. Heta ku tiştek bi van navan û navên wekî wan neyê kirin, rê li ber sûcên nû yên li dijî jinan vedibe. Divê ev xeterî di demek zû de ji holê rabe.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkiliyên kiryaran ên bi polîs û AKP’ê re û hat gotin: “Li Dersîmê 9 hezar xwendekar û nêzî 10 hezar wezîfedarên ewlehiyê yên fermî hene. Yanî ji bo her xwendekarekî/ê herî kêm wezîfedarekî ewlehiyê yê fermî dikeve, ku dema yên nefermî jî bên hesibandin ev hejmar hîn zêdetir dibe. Dersîm cihekî wisa ye ku saziyên fermî yên mîna walîtî û dadgehê birine nav kampusa zanîngehê. Îro dema ku behsa aştiyê tê kirin, yek ji gavên pêşîn lêkolînkirina sûcên li dijî jinan e; gava din jî kêmkirina vê hejmara neasayî û zêde ya wezîfedarên ewlehiyê yên bi unîformî û bê unîformî yên li vê bajêrî ye.”
‘JI BO AŞTIYEKE RASTÎ DAWERIYA LI ŞÎDETA DEWLETÊ BÎNIN’
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû:
“Li zanîngehê klûbên jinan nayên avakirin, stand nayên vekirin, lê belê saziyên mîna TÜGVA, Îlim Yayma Cemiyeti û yên mîna wan xwe birêxistin dikin. Em hîn dibin ku komeke WhatsAppê ya bi navê ‘Munzur Kadın Öğrenciler’ (Xwendekarên Jin ên Mûzirî) hatiye avakirin ku xwendekarên nû hatine dibistanê li vê komê tên zêdekirin, û rêveberê vê komê jî zilamekî serokê TÜGVA’yê ye. Em dibisin ku ji vir hejmarên telefonê yên xwendekarên jin ji personelên leşkerî re tên şandin, li bajêr bi hinceta ‘tûr û geriyanê’ jin di nav torên îstîsmarê de tên kişandin, piştre dema jin vê yekê beyan dikin ser bûyerê tê girtin û jinên ku hewl didin vê yekê eşkere bikin bi gefan tên bêdengkirin. Em hîn dibin ku ev serokê TÜGVA’yê, biraziyê/tîtiyê (yeğen) midûrê berê yê İŞKUR a Dersîmê Ozdemir Aktaş e, yê ku di lêpirsîna Gulistan Doku de ji wezîfeyê hatibû girtin, û tevî van hemû îddîayan jî rektoriyê yekser piştî van bûyeran re bi TÜGVA’yê re protokol îmze kiriye. Em ji vir radigihînin ku em ê şopdarên van tiştên ku me bihîstine bin, ji bo eşkerebûna van şebekeyên sûc, em ê li gel jin û xwendekarên ku li Dersîmê dijîn bin. Ji bo aştiyeke rastî, ji bo azadiya jinan, em dibêjin ku dawî li şîdeta mêr-dewletê bînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Çavkanî: MA










