Baroyên Bakurê Kurdistanê li dijî Rahmî Koç û Bînalî Yildirim gilî kirin

Nûçe

NÛPEL – 16 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê Rahmî Koç û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim de giliyê sûc kirin.

Sedema giliyê; heqareta Rahmî Koç a li ser “jina Kurd” û kenîna Bînalî Yildirim a li hemberî vê heqaretê ye. Rahmî Koç, yek ji endamên navdar ên Malbata Koçan e ku wekî yek ji malbatên herî dewlemend ên Tirkiyeyê tê naskirin.

Di merasîma vekirina Nexweşxaneya Amerîkayê ya Îzmirê de, Rahmî Koç li jina Kurd heqaret kiribû û vê yekê bertekên tund ên raya giştî li pey xwe anîbûn.

Di vekirina nexweşxaneya nû de ji xeynî Rahmî Koç; Alî Koç, Semahat Arsel, Bînalî Yildirim, Parêzgarê Îzmirê Suleyman Elban, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Cemîl Tugay û gelek kesên din ên naskirî amade bûn.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Heqareta ku Rahmî Koç li wê derê kiribû, rastî bertekên mezin hat. Rahmî Koç di heneka (pêkenoka) xwe de gotibû: “Bijîşk guh daye derdê jina Kurd. Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”

Di dîmenan de xuya dibû ku Serokwezîrê Berê Bînalî Yildirim jî bi vî tana (heneka) Koç dikene. Li ser van gotinên Koç, Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê bi awayekî serbixwe (bixweber) dest bi lêpirsînê kir.

16 baroyan daxuyaniyeke hevpar belav kir

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dersîm, Amed, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gotinên karsaz Rahmî Koç ên li ser jinên Kurd bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:

“Di dîmenên ku di raya giştî de belav bûne de tê dîtin ku heneka ji aliyê kesê bi navê Rahmî Koç ve hatî kirin, jina Kurd biçûk dixe û gotinên zayendperest û rûmetşikên dihewîne.

Em bi mixabînî pêşwazî dikin ku ev henek ji aliyê kesên li wir, di nav de Serokwezîrê Berê Bînalî Yildirim jî heye, bi ken û qehqehan hatiye pêşwazîkirin. Nabe ku ev gotin wekî ‘mîzah’ werin qebûlkirin. Ev gotin jina Kurd hem ji aliyê nasnameya jinbûnê ve hem jî ji aliyê neteweyî ve biçûk dixin. Tiştê ku mirov bêtir dide fikirandin ew e ku ev gotara biçûkxistinê ji aliyê kesên di salonê de bi çepke û ken hatî xelatkirin.”

“Helwesta Bînalî Yildirim jî nayê qebûlkirin”

Di berdewamiya daxuyaniya baroyan de ev peyam hatin dan:

“Di serdemekê de ku qala daxwaza aştiya civakî, welatîbûna wekhev û hiqûqa biratiyê tê kirin, belavkirina van pêşdaraziyên ku Kurdan û jinên Kurd dikin hedef bi vî awayî rehet, ne ji bo pêçana birînên rabirdûyê ye, berovajî xizmeta kûrkirina wan dike.

Di serî de Serokwezîrê Berê Bînalî Yildirim, divê hemû kesên di salonê de bin bizanibin ku bêdengmayîna li beramberî gotinên ku jinan biçûk dixin tiştek e, piştgirîdayîna bi ken ji wan gotinan re tiştekî din e. Ken, erêkirina herî xurt a gotinê ye. Bînalî Yildirimê ku bi xwe jî Kurd e, li gorî tecrûbe û temsîliyeta xwe ya dewletê divabû yekser berteka pêwîst nîşan bida û li dijî heqaretê derketiba, lê wî bi kenê xwe piştgiriya wê kir. Ev helwesta wî mînakeke bêberpirsyariyê ye ku heta asteke nayê qebûlkirin e.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû:

“Em wekî Baroyên Herêmê, her cure zimanê cudakar ê ku jinan, gelan û rûmeta mirovahiyê dike armanc red dikin. Em bi eşkereyî vê helwestê û tawira ku pê re hevkariyê dike şermezar dikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku me derbarê kesên navborî de giliyê sûc kiriye.”

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Li Frankfurtê panela ‘Di Diyasporayê de Koçberî, Jin û Jiyan’

Nûçeyên Sereke