Li Iraqê Pêvajoya Çekdanîna Komên Çekdar: 6 Koman Çekdanîn Red Kir!

Nûçe

NÛPEL – Berevajî pêngavên hikûmetê yên ji bo komkirina çekan û hilweşandina komên çekdar, şeş ji wan komên ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya li Iraqê” bi nav dikin, ragihandin ku ew çekên xwe radest nakin. Li aliyê din, şeş komên çekdar li dijî vê biryarê derketine û sê koman jî amadehiya xwe ya ji bo çekdanînê diyar kiriye.

Berpirsê ewlehiyê yê “Ketaîbê Hizbullah a Iraqê” Ebû Mûcahîd Esaf di daxuyaniyekê de diyar kir ku heta “dagirkeriya biyanî” li ser erd û esmanê Iraqê hebe, ew kom çekên xwe daneynin. Esaf destnîşan kir ku ev kom wê “yekgirtî bimînin” û her weha erkên wan wê berdewam bikin heta ku “erd tê azadkirin”.

Li gorî daxuyaniyê, navên her 6 komên çekdar ên ku çekdanînê red dikin ev in:

Ketaîbê Hizbullah a Iraqê

Ketaîbê Seyîd û Şuheda

Tevgera Nûceba

Seraya Ewliya Eldem

Eshalul Kehef

Ketaîbê Kerbela

Sê Kom Amade Ne Çekên Xwe Radest Bikin

Li beramberî vê rewşê, heta niha sê koman bi fermî razîbûna xwe ji bo radestkirina çekan û yekbûna bi saziyên dewletê re nîşan dane.

Her 3 komên ku amade ne çekan radestî dewletê bikin ev in:

Seraya Selam

Esayîbê Ehlê Heq

Ketaîbê Îmam Elî

Hêjayî gotinê ye ku duh “Seraya Selam” li Samarayê çek û baregehên xwe radestî fermandariya operasyonan kirin. Berdevkê fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku komîteyeke navendî dest bi amadekirina mekanîzmayeke hiqûqî kiriye da ku dawî li diyardeya çekdarî bîne û hemû hêzan di bin sîwana dewletê de bike yek.

Çavkanî: Rojnews

Van jî bibîne

 

Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ligel AKP’ê civiya
Fîlîstîniyan bang li Trump kirin: Dikare Netanyahu bide sekinandin

Nûçeyên Sereke