Li Şirnex û Mêrdînê li dijî darvekirinên rejîma Îranê çalakî

Nûçe

NÛPEL – Li Şirnex û Mêrdînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî darvekirinên li Îran û Rojhilat daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat gotin: “Gelê kurd bi darvekirinan nayê bêdengkirin. Ji darvekirinan re bêjin ‘na’! Em ê li hemberî darvekirinan bêdeng nemînin.”

Şirnex

Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li Kolana Hunerê ya navçeya Silopyayê li hemberî pêkanînên rejîma Îranê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP’ê ya Silopyayê Besê Cevîz ve hat xwendin.

Piştî daxuyaniyê parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku rejîma Îranê di nav şerê heyî de êrîşên xwe yên li ser gelê Rojhilat zêdetir kirine. Aslan wiha got: “Gelê kurd ji ber ku mafên xwe dixwaze tê darvekirin. Niha li zindanên Rojhilat û Îranê grevên birçîbûnê hene. Li ku dera Kurdistanê êrîşek li ser gelê kurd hebe, em ê li hemberî wê têbikoşin. Em ê bêdeng nemînin û van pêkanînên darvekirinê şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî yekitiya gelê kurd” bi dawî bû.

Mêrdîn

Li Parka Karayolû ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê jî bi tevlîbûna endamên Platforma Saziyên Demokratîk ên Mêrdînê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Destê xwe yê bi qirêj ji xwîna kurdan bikişîne” hat vekirin.

Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Abdulselam Turan daxuyanî xwend û pêkanînên rejîma Îranê yên li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin.

Piştî daxuyaniyê 5 hûrdeman çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Çavkanî: Rojnews

Van jî bibîne

 

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak hat girtin
Li Sûriyeyê Kî Elewiyan Dike Hedef?

Nûçeyên Sereke