Eyup Guven: Di Çerxa Dîrokê de Qereçî: Civak, Ol û Jiyana Koçerî

Nîvîskar

NÛPEL – Ji wan re Roman, Qereçî û Çingene jî tê gotin. Dema ku ew li herêma Pencap û Sindê ya Hindistanê dijiyan, ji ber şerên olî û siyasî di sedsalên 9 û 10an de dest bi terkkirina vê herêmê kirin. Pêşî çûn Îranê, paşê wekî şaxekî mezin berê xwe dan bakur, di ser Qefqasya û Deryaya Reş re derbas bûn û berê xwe dan Balkan û Ewropaya Navîn.

Şaxê duyem ê koçê ji Îranê berê xwe da başûr, anku herêmên germ. Ev koç heta başûrê Kurdistanê, Îraq, Sûriye, Fîlîstîn û Misrê dirêj bû. Şaxê ku gihîşt Kurdistanê jî li Gurgum, Dîlok, Edene, Mêrdîn û Amedê bi cih bû.

Ji ber ku her tim seyyar (gerok) in, hejmartina nifûsê ji bo wan nayê kirin. Di dema Almanyaya Naziyan de, wan qirkirineke mezin dît û bi hezaran windahî dan.

Bi gelemperî civakeke wisa ne ku jiyana koçeriyê dijîn û xwe li jiyana niştecihiyê nagirin. Ji ber vê yekê, di nav heman malbatê de kesên ku li her herêmeke cuda ya Kurdistanê ji dayik bûne hene.

Baweriya wan a olî li gorî şert û mercên welatên ku lê dijîn diguhere. Mumkin nîne ku mirov behsa oleke yekgirtî bike ku hemû civakên Roman qebûl kiribe. Piraniya wan ên ku li welatên îslamî dijîn, ola Îslamê qebûl kirine. Di nav wan de kesên ku çûne hecê jî hene. Li Stenbolê ziyareta Ethem Baba heye ku jê re dibêjin “Ewliyayê Romana”.

Di dema Împeratoriya Osmanî de “sancaqa Roman” hate damezrandin û ew hemû di bin vê sancaqê de hatin komkirin. Sedema ku jê re “Çingene” tê gotin, tenê bi efsaneyeke çêkirî ve girêdayî ye ku armanca wê biçûkxistina wan e. Tê gotin ku ev peyv di dema Hz. Îbrahîm de, ji yekbûna du peyvên wekî “Çîn” û “Gene” çêbûye.

Çingeneyên ku li herêma me dijîn, eşîreke wisa ne ku li herêma Bakurê Kurdistanê (ya ku jê re “Herêma Serhedê” tê gotin) bi cih bûne. Piştî ku Bertewilê Dara (yê ku herêma Dara ya li ser Nisêbînê ve, ku îro jê re gundê Oğuz tê gotin, di bin desthilatdariya xwe de girtibû) ji aliyê şervanekî bi navê Abuzeyd ve hate kuştin, ev eşîr belav bû. Abuzeyd kurê Bînî Hîlal bû, yek ji çar birayan bû û ji malbata xwe qetiyabû. Piştî vê rûdanê, ev eşîr heta Sûriyeyê û li gelek herêmên Rojhilata Navîn belav bû.

Çîrok bi kuştina Bertewilê Dara ya ji aliyê Abuzeyd ve û bi revandina jina wî Alyayê bi dawî dibe. Lê piştî ku derbasî sînorê Sûriyeyê dibin, dûpişkek bi Abuzeyd vedide û ew bi wê gezandinê dimire. Ji ber vê yekê, Çingeneyan dûpişk wekî dijminê xwe qebûl kirin û li her derê ku wan dîtin, ew kuştin.

Kabîleyên Naskirî

Malbatên li herêma Mêrdînê:

1. HEMÎKA

2. HESÎKA

3. ÇOLO

4. SOFÎ

5. MEYRO

6. MALO

7. DEALÊ

8. XETO

ÇEND ÇARÎNÊN QEREÇIYAN

Kazo yekî zeîf e

Dergistiyê Menîrayê ye

Menîra bixwe hêja ye

Bi topa eşîrayê ye

Ew lêvên min ên rengkirî

Ew biruyên qelemkirî,

Devê min ser qirikê,

Destê min ser memikan.

Tahtik tahtik bi çita

Mala Apê Hecîda

Tasek nokên qelandî

Ser mektebê reşandî

Bilbil hatiye, neqandî

Hemê Edûlê revandî.

Eyup Guven

 

Van jî bibîne

 

Hewzeyên Dîcle û Firatê tên tunekirin: Krîza avê li ber derî ye
Bülent Tekin: Hişmendiya Dewletê

Nûçeyên Sereke