🔴Ev demeke li Bakurê Kurdistanê tê gotin ku ji bo pêvajoya aştiyê wê qanûnek ji 7-8 xalan were derxistin. Cîgira serokê koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand, di çarçoveya pêvajoya ku niha li Bakurê Kurdistanê bi rêve diçe de, wê qanûna veguhêz a binavê KOD derkeve.
Partiya Wekhewî û Demokrasiya Gelan ji bo rêziknameyên qanûnî yên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, wê piştî cejnê bi partiyên Meclisa Tirkiyê re hevdîtinan pêk bîne.
Di cîvîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de ku di 5’ê hezîranê de wê were lidarxistin, bernameya civînên bi partiyan re diyar bibe.
Her wiha bendewariya raya giştî heye ku pêşniyarên Devlet Bahçelî yên der barê pêvajoyê de êdî di axaftinê de nemîne û gavên şênber ji aliyê qanûnî ve werin avêtin.
Li ser van mijaran, cîgira serokê koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji Ajansa ANKA’yê re axivî.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Qanûna kodê xaleke destpêkê ye
Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser amadekirina rêziknameyên qanûnî got:
“Ev qanûn dê di serî de qanûneke kod be.
Niha di vê derbarê de pêşnûmeyek li cem me tune ye.
Bê guman, qanûna veguhêz xaleke destpêkê ye, ‘qanûneke kodê’ ye wekî ku em jê re dibêjin.
Ji ber vê yekê, tiştê ku em jê re dibêjin ‘qanûna kodê’, ‘qanûna aştiyê’, yan ‘qanûna entegrasyona demokratîk e’.
Di bingehê de, qanûna ku dê çarçoveya qanûnî ya pêvajoya bêçekkirinê li vir li parlamentoyê diyar bike, ev qanûn e.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Muxatabê pirsgirêka Kurdî diyar e
Cîgira serokê koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser pêşniyarên serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên ji bo avakirina komîsyonekê li Meclisa Tirkiyê û li ser rola damezirînerê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wiha axivî:
“Me ji destpêkê ve diyar kiriye ku em bi hin pêşniyar û nirxandinên wî re ne li hev in.
Berî her tiştî, em rast nabînin ku rola Birêz Ocalan tenê bi nîqaşa çekberdanê were kêmkirin.
Ango, Birêz Ocalan, di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdî de muxatab e.
‘Avakirina komîsyonekê li parlamentoyê gelekî girîng e’
Avakirina komîsyonekê li parlamenê girîng e.
Me, wekî partî, berê diyar kiribû ku ‘divê komîteyeke çavdêriyê were avakirin’.
Her wiha şêwirmendiya di navbera partiyan de xurt bike ku karibe rewşa siyasî ya heyî cuda çareser bike.
‘Heke pêwîst be divê parlamento demên zêde bixebite’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, di dawiya axafitina xwe de daxwaz kir ku qanûna çarçoveyê, berî ku Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê bikeve nav betlaneyê, were pejirandin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 kesan pêk tê, hîna nehatiye.
Ji bo hatina kesên nû mercek tune ye.
Ji ber vê yekê, divê ev qanûna çarçoveyê di vê dema qanûndanînê de were derxistin.
Heke pêwîst be, divê vê havînê parlamento bi rastî ji bo aştiyê bixebite.
/Çawkani:nucetv.net/









