NÛPEL – Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNKê bi daxuyaniyeke nivîskî, bang li her kesî kir ku piştgiriya kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bikin, ya ku li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ ya ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye daxuyaniyek parve kir û piştgiriya xwe anî ziman.
KNKê di daxuyaniya xwe de bi kêfxweşiyeke mezin kampanya pîroz kir, diyar kir ku zimanê Kurdî mal û hebûna nasnameya gelê Kurd e û wiha got: “Ji bo me Kurdan ziman welatek e ku me hemûyan di bin sîwana xwe de tîne cem hev û dike yek. Ji ber vê yekê, pir girîng e em hemû bi serbilindî malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî, asoya ziman a nifşên paşerojê ronî bikin û pêgeh ile hebûna neteweya xwe xurt û misoger bikin. Têkoşîn, xebat, plansazî, siyaseta ziman û çandê; erka neteweyî û exlaqî ya her Kurdekî birûmet û resen e.”
Di daxuyaniyê de KNKê bang li hemû malbatên Kurd kir ku tev li kampanyayê bibin, malên xwe bikin dibistan û fêrgehên zimanê Kurdî. Her weha daxwaz ji hemû dezgehên medyayê jî kir ku bi tevahî beşdarî kampanyayê bibin û piştgiriyê bidinê.
KNKê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li gelê Kurd kir: “Em bang li gelê Kurd û Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê û beşên din ên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin û hewleke berfireh bidin da ku zimanê me yê dayikê di qanûn û destûrên dewletên wekî Tirkiye, Sûriye û Îranê de jî — mîna destûra Îraqa Federal — bi fermî were naskirin. Divê mafê xwendin, nivîsandin, îfade û çalakiyên bi zimanê Kurdî di hemû civak û saziyan de ji bo Kurdan bibe garantî û were bidestxistin.”










