Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan, Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunera Koyê çalakiyeke wênexêziyê ya giştî ji bo 300 zarokan lidar xist. Zarokan bi qelemên xwe yên rengîn xewn û xeyalên xwe li ser kaxezê xêz kirin û piştre berhemên wan hatin nîşandan.
Di vê çalakiya hunerî de ku bi amadebûna malbatên zarokan hat lidarxistin, 300 zarokên ji navçeya Koyê beşdar bûn. Her zarokekî bi xeyalên xwe yên cuda xweza, jiyan û sembolên neteweyî xêz kirin. Armanca sereke ya vê çalakiyê ew bû ku zarok ji bandora neyînî ya amûrên dîjîtal bên dûrxistin û ber bi cîhana hunerê ve bên handan.
Zaroka beşdar ê bi navê Ranya jî bi kêfxweşî behsa berhema xwe kir û diyar kir ku wê xwestiye bedewiya çiyayên Kurdistanê û xwezaya rengîn nîşan bide.
Zarokê bi navê Darîn jî bi serbilindî behsa çar rengên Alaya Kurdistanê kir ku di nava wêneya wî de bi awayekî berbiçav cih girtibû.
“Em dixwazin zarokan ji amûrên dîjîtal dûr bixin”
Rêveberê Rewşenbîrî û Hunera Koyê Huner Tahir derbarê giringiya vê rojê de axivî û bal kişand ser bandora hunerê li ser kesayetiya zarokan. Tahir got: “Armanca me ew e ku em zarokan ji iPad, telefon û ekranên zîrek dûr bixin û wan bi karên hunerî bidin naskirin. Tiştê ku me herî zêde dilxweş dike ew e ku piraniya zarokan di wêneyên xwe de giranî dane xwezaya Kurdistanê, Alaya Kurdistanê û mijarên neteweyî.”
Ev festîvala biçûk a hunerî wekî peyamekê hat nirxandin ku sînorê xeyalên zarokan ji ekranên biçûk ên telefonan gelekî berfirehtir e û pêwîstiya wan bi bêtir çalakiyên wiha yên civakî û hunerî heye.
/Çawkani: K24/










