NÛPEL – Li Medresa Sor, ji aliyê Weqfa Xêratê ve li gel wêneyên edbîyatvan û zanyarên Kurd, wêneyê Selçuk Bayraktar ê ku serokatiya koma çêkerên SÎHAyan dike hat pêşandan.
Li Medresa Sor a ku li nuqteya hevbirîna taxa Dagkapi û Şah a navçeya Cizîra Şirnexê ye, di sedsala 14’an de hatiye avakirin û di sala 2023’an de ji bo demeke bêsînor ji Weqfa Xêratê re hatiye veqetandin, pêşangeheke ku wêneyên pêşeng û zanyarên Kurd tê de cih digirin hat vekirin. Di pêşangeha ku ji aliyê Weqfa Xêratê ya girêdayî Cemaata Nûr ve di medresaya tesewufnas û helbestvanê dîwanê yê Kurd Melayê Cizîrî de hat vekirin de, agahî tenê bi zimanê Tirkî hatin nivîsandin.
Di pêşangeha yek-zimanî ya li medresaya dîrokî de, li gel wêneyên Melayê Bateyî ku yek ji alimên Kurd û pêşengên edebiyata Kurdî ya klasîk e, Feqiyê Teyran ku yek ji navên giring ên edebiyata Kurdî ye, Ehmedê Xanî ku bi nasnameya xwe ya edebî û ramanên xwe yên tesewufî di edebiyata Kurdî de xwedî cihekî giring e û Melayê Cizîrî ku di serê helbestvanên mezin û naskirî yên edebiyata Kurdî de tê, wêneyê Serokê Lijneya Rêveberiya Baykarê Selçuk Bayraktar jî hat danîn. Bayraktar ê ku bi keça Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Sumeyye Erdogan re zewiciye, bi taybetî di serê wê komê de ye ku ÎHA û SÎHAyên ji bo herêmên di nava şer û pevçûnan de ne hildiberîne. Di dîtbariya ku li ser sehfeyê ji bo Bayraktar hatibû amadekirin de îfadeya “Navê ku xeyalan vediguherîne rastiyê, rastiyê jî hildigire ezmên” cih girt û hevokên ku pesnê ÎHA/SÎHAyan didin hatin bikaranîn. Ji bo ÎHA/SÎHAyên ku tê îdiakirin di şer û pevçûnên li cîhanê de doktrînek nû ava kirine, hat gotin:
“…ne tenê hêza operasyonel a Hêzên Çekdar ên Tirk zêde kiriye, di heman demê de veguheriye serkeftineke hinardekirinê ku li seranserê cîhanê doktrînên şer guhartiye.”
Di Medreseyê De Kurdî Tune Ye
Navên edebiyatvan û kesayetên giring ên Kurd ên di pêşangehê de jî hatine Tirkîkirin. Tabelayên din ên li medresaya di bin kontrola Weqfa Xêratê de ne bi giştî bi Tirkî û Erebî ne, lê gelekî kêm cih didin Kurdî. Li ser tabelayên 4-zimanî (Tirkî, Îngilîzî, Erebî û bi tîpên Erebî Tirkîya Osmanî) yên li ber deriyê medresaya ku piştgiriya pêşketina edebiyata Kurdî kiriye û Medresa Sor û Melayê Cizîrî didin naskirin, cih nadin Kurdî. Ev rewş ji bo tabelayên di hundirê medreseyê de jî derbasdar e. Her weha ji bo kesên ku serdana medreseyê dikin îlahiyên Tirkî tên lîstin.
Medreseya ku di serdemên Mîrektîya Şerefxan û Bedirxaniyan de wek navenda zanist, çand û hunerê jî dihat bikaranîn, ji aliyê Hatice Atan ve ku milkê neguhezbar ê dîrokî yê Şaredariya Cizîrê wekî ofîsa xwe ya taybet bi kar tîne û wekî “keça manewî” ya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan tê naskirin, ji Weqfa Xêratê re hatibû veqetandin. Weqfa Xêratê, li gundê Babekê yê navçeya Hezexa Şirnexê, di Kursa Quranê ya Hafiziyê ya Selahedînê Eyûbî de bi sepandina şîdeta fîzîkî li ser zarokan ketibû rojevê. Her weha ev weqf wekî saziyeke ku “moral” daye Weqfa Ensarê ya ku bi tacîz, îstîmar û tecavuzan ketibû rojevê, tê naskirin. Weqfê li gel 25 saziyan daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Weqfa Ensarê weşandibû.
Li aliyê din, di pêşangeheke din a piçûk de ku li naverasta medreseyê hatiye çêkirin û wêneyên xwendekarên di azmûnan de serkeftî bûne tê de cih digirin, cih dan kurê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Bilal Erdogan jî.
Çavkanî: MA










