NÛPEL – Rejîma Îranê bi armanca tirsandina civakê, birîna cezayên darvekirinê yên li ser kesên azadîxwaz zêdetir kiriye. Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku berê li du ciwanên kurd hatibû birîn, erê kiriye.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê li du ciwanên kurd ên xelkê bajarê Bukanê yê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Mihemed Ferecî û Reûf Merûfî biriye.
Hatiye diyarkirin ku her du ciwan di dema serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibûn girtin. Hat zanîn ku Dadgeha Bilind a Îranê, ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê, dosyaya her du ciwanên çalakvan pêşkêşî Şaxa Bicihanîna Cezayan kiriye.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku berê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê û Dadgeha Miyanduawê ve cezayê darvekirinê li van her du ciwanan hatibû birîn. Her çend ew ceza di destpêkê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû betalkirin û dosya ji Dadgeha Miyanduawê re hatibû şandin jî, dadgehê careke din cezayê darvekirinê birî û ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Reûf Merûfî û Mihemed Ferecî di sala 2022yan de, di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibûn binçavkirin û şandin girtîgeha Urmiyeyê. Di sala yekem a girtina wan de, îfadeyên wan di bin êşkenceyê de hatin girtin û rê nedan ku parêzerên serbixwe pê re hevdîtinê bikin. Piştre di sala 2023yan de ew veguhestin girtîgeha Bukanê û ji wê demê ve di wê girtîgehê de tên girtin.










