Ji ber Berdana Ava Feratê ya ji Aliyê Tirkiyeyê ve: Li Sûriyeyê 2 Hezar û 400 Malbat Koçber Bûn

Nûçe

NÛPEL — Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê ji nişka ve ava Çemê Feratê berda, li herêmên Dêrezor û Reqayê yên Sûriyeyê lehiyeke mezin rabû. Ji ber bilindbûna asta avê, qadeke berfireh di bin avê de ma û li gorî agahiyên fermî, 2 hezar û 400 malbat neçar man ku malên xwe biterikînin û koçber bibin.

Asta Avê Di 30 Salên Dawî de Gehişt Asta Herî Bilind

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr li ser rûdanê daxuyaniyek da û piştrast kir ku ev 30 sal in ava Çemê Feratê di asteke wiha bilind de herêm da ber xwe. Beşîr diyar kir ku wan bi rayedarên Tirkiyeyê re pêwendî daniye da ku asta avê kêm bikin.

Li aliyê din, Wezareta Hawarçûnê ya Sûriyeyê daxuyand ku hikûmeta Tirkiyeyê pir dereng ew ji vê biryarê agahdar kirine. Ji ber vê yekê, saziyên peywendîdar derfet nedîtine ku pêşwext tedbîran bigirin û rewşê kontrol bikin. Wezaretê ragihand ku ji bo mudaxeleyê 240 endamên wan di rewşa amadebaşiyê de ne.

Çûn û Hatin Bi Belemên Biçûk Tê Kirin

Li herêmên ku lehiyê bandor li wan kiriye, çûn û hatina welatiyan bi temamî asteng bûye. Malbata Îsmaîl Naşif ku yek ji wan 2 hezar û 400 malbatên mexdûr e, niha neçar e ji bo gihîştina cihên ewle belemên biçûk bi kar bîne.

Mexdûrê lehiyê Îsmaîl Naşif ku li Reqayê rûdine, rewşa xwe ya dijwar wiha tîne ziman:

“Mala min nêzîkî 200 metreyî dûrî rê ye. Av derbasî mala min û ya cîranên min bû; zerereke mezin gihîşt malên me. Ez di karê mirîşkan de dixebitim lê hemû rizqê min di ber avê re çû. Em dixwazin van rêyan ji me re çêbikin.”

Welatiya bi navê Fitêm Naşif jî ku zirar ditiye, diyar kir ku asta avê metre û nîvekê bilind bûye û got: “Malên me xera bûn. Du ode û pêjgeha min bi temamî çûn.”

Li herêmê xebatên hawarçûnê berdewam dikin, lê ji ber berfirehiya lehiyê, welatî daxwaza alîkariya lezgîn dikin.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Li Mêrdînê Konsera Koma Amedê: Deh Hezaran Govend Gêrand
Kûpaya Mezin a Ewropayê Çû Parîsê: PSG Bû Şampiyon!

Nûçeyên Sereke