Li çiyayê Seyîdsadiq şewat derket

Nûçe

🔴 Îşev agir bi çiya û darên goristana Seyîdsadiq ket û di encamê de gelek dar şewitîn û bû sedem ku  ziyaneke mezin bigihe jîngeha deverê.

Di saetên îşev de şewat li çiya û daristana goristana navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve derket û di encamê de gelek dar û giyayê goristanê şewitîn.

Sedema derketina şewata ku ziyaneke mezin daye çiya û goristana seyîdsadiq heta niha eşkere nebûye.

Çiya û goristana navçeya Seyîdsadiq, dikeve nav bazara navçeyê ku salane di vê werzê de ji ber sedemên diyar û nediyar şewat lê derdikeve û ziyaneke mezin digihîne jîngeha wê.

 

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Li Dersîmê Bawerî û Nirxên Çandî di Bin Êrîşan de ne: Divê mirov ji rastiyê dûr nekeve
Amerîka: Pêşmerge li hemberî êrişên Îranê bêparastin in

Nûçeyên Sereke