Li Gundê Kavûnê yê Dersîmê Jiyan Diguhere: gund têne valakirin

Nûçe

NÛPEL – Welatiyên ku li Gundê Kavûnê yê Dersîmê dijîn, li aliyekî di bostanên xwe de datînin û hilberînê didomînin, li aliyê din jî gilî û gazindan ji xalîbûna gundan, koçkirina ciwanan a ber bi bajaran ve û jibîrbûna nirxên çandî dikin. Gundî dema ku hewl didin jiyana girêdayî axê bidomînin, di heman demê de çavkaniya jiyandina şopên rabirdûyê jî dikin.

Welatiyên ku li Gundê Kavûnê yê Mazgirtê dijîn, ew veguhastina ku gundan ji warê hilberînê heta jiyana çandî derbas kiriye, vebêjiyan. Di gundê ku dem deman sewalkarî tê de berbelav bû, îro bostancî û mêşvaniyê derketiye pêş û piraniya nifûsa gund li bajaran dijî. Gundî hem ji bo parastina hilberînê hem jî ji bo parastina nirxên çandî yên mîna ziman û baweriyê hewl didin.

“BERÊ SEWALAN GIHA DIXWAR, ÎRO EM MECBÛR IN KU DIBIRIN”

Yusuf Çelik, yek ji niştecihên Gundê Kavunê ye, diyar kir ku ew di mehên biharê de amadekariyên bostanê dike û guherîna di jiyana gund de wiha vegot:

“Ez van gihayan ji bo ku bostan deynim dibirim. Bacan, îsot, fasûlî, kûnd, xiyar; çi bê bîra we em datînin. Berê sewal zêde bûn, wan giha dixwar. Em mecbûr nediman ku cuda bibirin. Niha ne wiha ye. Berê min sewal xwedî dikirin, niha ez bêtir şînkayiyê datînim.”

Çelik, destnîşan kir ku nifûsa gund sal bi sal kêm dibe û wiha axivî: “Havînê 30-40 mal vedibin lê zivistanê tenê 3 mal dimînin. Mirov li metropolan dijîn. Ciwan jî nînin. Dema ku kar nebe kes li gundan namîne. Ez niha mêşvaniyê dikim, bi bostan re mijûl dibim. Darên me yên fêkî û gûzan hene. Em vala ranewestin.”

“MIN 28 SALAN MAMOSTETÎ KIR LÊ EQILÊ MIN HEMÎ LI GUND BÛ”

Mamosteya teqawîtbûyî Fetiye Gunal jî anî ziman ku her çend ew beşeke mezin a salê li Îzmîrê derbas dike jî, her havîn vedigere Gundê Kavûnê.

Gunal got, “Ez zivistanê li Îzmîrê, havînê li vir dijîm. Bi baxçeyê re mijûl dibim. Em şînkayiyên wekî bacan û xiyaran datînin. Em wan zuha dikin û wekî qetixê zivistanê bi xwe re dibin. Ji ber ku zarokên me li Îzmîrê ne, em jî li wir dimînin. Nexwe min nexwest ez biçim. Ez pir ji vir hez dikim.”

Gunal, diyar kir ku di salên mamostetiya xwe de jî her tim hesreta gund dikişand û wiha pê de çû: “Min 28 salan mamostetî kir lê eqilê min hemî li vir bû. Şevan dikete xewnên min. Wekî ku ez rojê li bajêr û şevê li gund dijîm bû. Bîranînên zarokatiya me qet ji bîra min neçûn. Paşê em vegeriyan û me xaniyek çêkir. Niha ez her havîn li vir dijîm.”

“EM HEWL DIDIN ZAROKÊN XWE JI GUND NEQETÎNIN”

Gunal, destnîşan kir ku ew zarok û neviyên xwe hander dike daku têkiliya xwe ji gund neqetînin û bal kişand ser girîngiya naskirina jiyana gund ji aliyê nifşên nû ve.

Gunal, anî ziman ku “Zarokên min jî tên. Ez heta ji destê min tê hewl didim ku wan ji gund neqetînim. Ez dixwazim gund binasin, mirovên wî bizanibin” û xemgîniya xwe ya ji ber jibîrçûna gav bi gav a Kurdî jî anî zimên.

Gunal, bi bîr xist ku di dema jiyana dayika wê de li malê bêtir Kurdî dihate axaftin û wiha got: “Dema dayika min sax bû, zarokan bi Kurdî dizanibû. Piştî ku dayika min wefat kir, kesê ku biaxive nema, dest bi jibîrkirinê kirin. Hinek caran ez dibêjim xwezî kesekî Kurdîzan hebûya ku me pê re bixavita. Li Îzmîrê cîranên min ên Kurdîzan hene, carinan ez bi wan re diaxivim. Axaftina bi Kurdî xweş li min tê. Ez naxwazim ji bîr bikim. Heta ez bimirim jî ez ê ji bîr nekim.”

“EM DI JIYANDINA BAWERIYA XWE DE ZORÊ DIKÊŞIN”

Gunal, bal kişand ser zehmetiyên ku di veguhastina bawerî û kevneşopiyên Elewîtiyê de ji bo nifşên nû tên jiyîn û diyar kir ku bi kêmûbûna mezinan re gelek nirx hatine jibîrkirin.

Gunal, got, “Baweriyeke me ya ku di navbera du avan de maye heye” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berê dema dayika min hebû, aşûr e, rojî ye, me gelek tişt bi hev re bi rê ve dibirin. Piştî ku ew vefat kir, beşek ji van jî li paş man. Mirov êdî mîna berê ne li pey in. Ez bi qasî ku ji destê min tê, hewl didim bidomînim.”

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 26 kes mirin
Ji 79 sazî û komeleyên Êzidiyan daxuyaniya li dijî projeyên GES’ê

Nûçeyên Sereke